ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzerên Yuksekdag gilî kirin
Parêzeran giliyê pêkanînên li dijî Yuksekdag kirin. -
Terora AKP'ê li Îtalyayê hate şermezarkirin
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, di merasîma vekirinê ya Şanoya Şaredariyê de Sendîkaya CUP û Komîteya Kurd a Mîlano, çalakiyeke hevpar lidar xistin. Di çalakiyê de terora AKP'ê hate şermezarkirin. -
Salih Muslim: Kurd ji bo gelên herêmê jî têdikoşin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, di beşa dawî ya roja destpêkê ya 13. Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê bersiv da pirsên rojnamevanan. Muslim got, "Kurd ne tenêj i bo xwe, ji bo gelên herêmê jî têdikoşin." -
Yuksekdag: Sepanînên li ser HDP’ê hepskirina demokrasiyê ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag anî ziman ku sepanînên li ser HDP’ê hepskirina demokrasiyê ye û got; “Divê dostên me vê baş bizane, em ê têkoşîna xwe ya rewa û mafdar hem li derve hem jî li hundir bi heman şêwazî bidomînin.” -
Malbatê Demîrtaş ziyaret kir
Malbatê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin ziyaret kir. Hevjîn Başak Demîrtaş got: “Silav û rêzên xwe ji bo her kesê şand” -
Li Şêrwanê cenazeyê karkerkî din jî ji bin axê hate derxistin
Li Şêrwanê cenazeyek din ên yek ji karkerên ku mabûn di bin axê de û jiyana xwe ji dest dabû, hate derxistin. -
Phillips: Tekane çareserî mafê tayînkirinê ya Kurdan e
Rûniştina duyemîn a Konferansa Kurdan a bi serenava “Xetên li ser qûmê: Dîroka Pirsgirêka Kurd û Sykes-Pîcot” dewam kir. Di vê beşê de rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn hat vegotin. -
Li Sîlîvriyê girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin!
Hat diyarkirin ku li Gîrtîgeha Sîlîvriyê 4 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirine. -
Dayika Şemiyê Karakoç hat veşartin
Dayika Şemiyê Asiye Karakoç ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Yuksekdag: Em ê têkoşînê heta serkeftinê bidomîn in
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag peyamek jib o Konferansa Kurd a li YE’yê re şaand. Yuksekdag anî ziman ku li Tirkiyeyê rejîmekî diktatoriyê heye. -
Demîrtaş: Em li girtîgehê jî bin têkoşîna me ya azadiyê wê domdar be
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku ji ber sedema li girtîgehê hatiye rehînkirin ji Konferansa Kurd a 13. a Parlamentoya Ewropayê re peyamek şan û got,”em li girtîgehê jî bin têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê wê berdewam be.” -
13. Konferansa Kurd li Parlamentoya Ewropayê destpê kir
Li Parlamentoya Ewropayê (PE), 13’emîn Konferansa Kurd destpê kir. Serokê Koma Çep a PE Gabî Zîmmer diyar kir ku Tirkiye bi dîktatortiyê tê birêvebirin, got; “Divê YE li beramberî vê bêdeng nemîne.” -
Dora: Divê Rewşa Awarte ku li her deverê rê li ber neîstîkrariyê vedike were rakirin
Wekîlê HDP’ê Dora got, ‘’Divê demildest dawî li Rewşa Awarte were ku li her deverê rê li ber neîstîkrariyan vedike.’’ -
Yasaya bûdceya 2017'an a Iraqê hat erêkirin
Li Parlamentoya Iraqê bi dengên zêde yasaya bûdceya 2017'an a Iraqê hat pejirandin. -
Di Rewşa Awarte de rewşa girtîgehan
Ji Însiyatîfa Hevgirtina Girtiyan Kalman diyar kir ku bi Rewşa Awarte re binpêkirinên mafan pir zêde bûne. -
Demîrtaş wê sibe tevlî du rûniştinan bibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê rehîn hatiye girtin, wê bi rêya sîstema bi dîmen, tevlî rûniştinên du dozên li Enqere û Rihayê bibe. -
Nehiştin ku şandeya Swêdî Yuksekdag bibîne
Nehiştin Serokê Partiya Çepgir a Swêd Sjoshtedt û Fornarve serdana Yuksekdag bikin. -
Dozgeriya Tirk di lêpirsîna kuştina Elvan de pêwîstî bi şopandina 42 gumanbaran nedît
Lêpirsîna li ser kuştina Berkîn Elvan qediya. Dozgeriya Tirk, di vê lêpirsînê de biryar da ku 42 'gumanbar' neyên şopandin. -
Polîsan li Zanîngeha Stenbolê êrîşî xwendekaran kirin
Komek ji xwendekaran li Zanîngeha Stenbolê belavok belav kirin. Lê belê polîsan êrîşî xwendekaran kirin û gelek ji wan binçav kirin. -
Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê: Em amade ne navbeynkariyê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter da xuyakirin, ku Swîsre di mijara parastina mafên mirovan û dewleta hiqûqê de ji Tirkiyeyê bi fikar e. -
Ji Uruguayê piştgirî ji bo HDP’ê û hişyarî li AKP’ê
Uruguayê êrîşên siyasî yên qirker ên AKP’ê şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo HDP’ê nîşan da. -
Nameyên Demîrtaş ji Konseya Ewropayê re nivîsand hatin desteserkirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê rehîn tê girtin, du name ji Konseya Ewropayê re nivîsand. Lê belê nameyên wî hatin desteserkirin. -
2 HDP'yî li Bûrsayê hatin binçavkirin
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Nîluferê Akbûlût li mala xwe, xebatkarê HDP'ê Akyuz jî li kargeha xwe hate binçavkirin. -
Li taxa Şêx Xidir a Helebê navenda MÎT û nîjadperestan
Li taxa Şêx Xidir a Helebê, navendeke MÎT'ê û nîjadperestên Tirk hat dîtin. -
Dayika Şemiyê Karakoç jiyana xwe ji dest da
Ji Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç jiyana xwe ji dest da.