325 HDP’î binçavkirî ne

Li 12 bajaran ji duh ve polîsên Tirk davêje ser malan û herî kêm heta niha 325 HDP’î binçav kirine.

Bi taybet piştî çalakiya bombeyî ya ku êvara Şemiyê li Dolmabahçeyê pêk hat û şûn de operasyonên qirkirina siyasî ya ku li ser HDP’ê ji hêla AKP/Qesrê hat destpêkirin, bi lez û bez didome.

Di serdegirtinên duh û îro de herî kêm 325 kes hatin binçavkirin.

Di nav binçavkiriyan de hevserokên bajarên Enqere û Îzmîrê û her wiha gelek hevserokên navçeyan hene, danê êvarî jî polîsên Tirk avêtibûn ser avahiya partiyê ya li bajarê Stenbolê. Polîsên ku avahî talan kiribûn, nivîsên mîna “Em hatin hûn nîn bûn”, “Em ê dîsa bên” nivîsîbûn.

Lîsteya binçavkirinan wisa ye;

Stenbol: 27

Edene : 23

Mêrsîn: 82

Enqere: 16

Manîsa: 5

Îzmîr: 5

Colemêrg: 2

Riha: zêdetirî 100 kesî

Dîlok: 45

Kayserî: 6

Balikesîr: 7

Erzîngan: 7