Heyva Sor a Kurdistanê hevdîtinên gel didomîne
Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê di çarçoveya xebatên malbatên xwişk û bira de hevdîtinên gel didomîne.
Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê di çarçoveya xebatên malbatên xwişk û bira de hevdîtinên gel didomîne.
Heyva Sor a Kurdsitanê ya Swîsreyê di çarçoveya projeya malbata xwişk û bira de duyemîn civîna xwe li bajarê Basel ê Swîsreyê li dar xist. Di civînê de ku li salona Sportlanlage hat lidarxistin, ji bilî 150 malbatan, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Serokê Heyva Sor a Kurdistanê ya Elmanyayê Der. Rojvan Bîlgen amede bûn.
Destpêkê Serokê Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê Lezgîn Ornek axivî, têkîldarî xebatên sala 2016’an agahî parve kirin, her wiha wê sala 2017’an jî xebat çawa bên meşandin vegot.
Ornek, bal kişand ser girîngiya projeya malbata xwişk û bira û got, “Kurdên li Ewropayê dijîn, êdî pêwîst e dest ji endamtiya xwezayî berdin û bibin endamên fermî yên saziyên xwe. Tevahî saziyên demokratîk bi endamên xwe re xurt in.”
Ornek, herî dawî ji bo kampanya ku ji bo Şirnexê hatiye destpêkirin banga destekê kir.
Piştî Ornek, Dr. Rojvan Bîlgîn mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku pêwîst e piştgiriyên ji bo Heyva Sor a Kurdistanê her ku diçe zêdetir bibe û got; “Ciwanên li Ewropayê pêwîst e di xebatên Heyva Sor a Kurdistanê de bixebitin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî pêvajoya li Kurdistanê nirxand, bal kişand ser asta qetlîama Cizîrê û li ser vî esasî li ser girîngiya xebatên Heyva Sor a Kurdistanê rawestiya. Sariyildiz wiha axivî, “Ji bo em karibin bajarên xwe yên wêranbûyî ji nû ve ava bikin û xwedî li gelê xwe derkevin, divê gelê me yê li Ewropayê destekê bidin van kampanyayan.”
Civîn, piştî axaftinan, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.