Li Amedê balafira F-16 ket

Li Amedê balafira şer a F-16 ket. Hat diyarkirin ku pîlot bi saxî jî filitiye.

Li Amedê li nêzî herêma Çarklî ya li ser Rêya Mêrdînê balafira F-16 ket.

Gelek tîmên rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin .

Hat diyarkirin ku dema ku balafirê xwest ku dane ketiye, pîlot jî barşotê bi saxî filitiye.

Li gorî IHA'yê pîlot anniye ziman ku balafir hatiye xistin.

ÎHA, agahiyan dispêre çavkaniyên ewlekariyê: “12.12.2016’an saet derdorî 19:32’an hat tesbîtkirin ku balafira F-16 a li herêma Jendermeyan a dikeve aliyê Tavşantepe a li ser rêya Mêrdînê ketiye xwarê. Pîlot bi parşotê filitiye rewşa wê baş e, li gorî hevdîtinên li gel hate kirin balafir hatiye xistin.”