HDK-E: Berpirsyarê mirina mirovan Erdogan û AKP ye

Komîsyona Rewşa Awarte ya HDK-E, operasyonên qirkirna siyasî yên li dijî HDP û DBP'ê şermezar kir.

Komîsyona Rewşa Awarte ya Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû yekser piştî çalakiya 10'ê Kanûna 2016'an got, 'Karê destpêkê di cih de bê kirin, hilanîna tolê ye" êrîşên qirkirina siyasî li dijî HDP û DBP'ê dest pê kirine.

HDK-E bibîr xist, ku di sibeha 12'ê Kanûnê de li Stenbol, Enqere, Edene, Mersîn, Manîsa, Riha û Colemêrgê 237 kes hatine binçavkirin û got, "Polîsên ku deriyê avahiya şikandin û ketin hundirê avahiyên partiyê, nivîsa 'em hatin, hûn lê nebûn' nivîsandin.

Ev helwesta dewletê ya serdegirtina avahiyên HDP'ê nîşan dide, ku operasyonên qirkirina siyasî wê bi berfirehî bidomin.

Em dikarin vê yekê bi rengekî vekirî bêjin: Berpirsyariya çalakiya bombeyî ya li maça Beşîktaş-Bûrsaspor a li Stenbolê, berpirsyariya çalakiyên din ên şîdetê û mirina mirovan, dîktatorê faşîst Erdogan û AKP a wî ye!

Ji ber ku, dîktatorê faşîst Erdogan û AKP a wî, ku di bihara 2015'an de maseya çareseriyê qelibandin, li şûna ku têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de qebûl bike û hevdîtinan bidomîne, berê xwe da şer. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê li ser gelê me ferz kir!

Di heman demê de dîktatoriya Erdogan-AKP'ê destek da DAIŞ'ê, bi vî awayî kir ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê bombe werin teqandin, bi dehan canên me da kuştin û bi vî rengî tirs berda nava civakê!

Nehişt HDP karê hilbijartinê bimeşîne!

Gelek bajar û navçeyên Kurdan ên weke Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûr, Geverê, xera kir û şewitan, bi dehan ciwan li jêrzemînan bi saxî şewitand. Bi qedeya derketina derve re gel birçî hişt. Nehişt mirî bên veşartin. Cenazeyên mirovên me, ciwan-extiyar, jin-zarok, bi rojan li naverastê hişt. Koçberî li ser gel ferz kir!

Bi rêya qeyûm, dest danî ser şaredariyên DBP'yî yên li Kurdistanê!

Ev pêkanînên şer ên dîktatoriya faşîst li Bakurê Kurdistanê xist meriyetê, di bihara 2016'an de derbasî Tirkiyeyê bûn.

Dîktatoriya faşîst li gorî gotina 'di şer de ewilî rastî tên kuştin' tevgeriya û hemû saziyên çapemeniyê yên serî li ber çapemeniya AKP'ê û Erdogan natewînin, girt, dest danî ser malên wan!

Ji bo HDP'ê bi temamî ji qada siyasetê bibe, çi ji dest hat kir!

Destendana parlamenterên HDP'yî rakir.

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bi ragihandina Rewşa Awarte re terora dewletê li rojavayê welêt bi qirkirna siyasî li dijî HDP, siyasetmedarên Kurd, mirovên pêşverû, şoreşger û sosyalîst hate meşandin.

Ji 22'ê Tîrmehê heta niha 7432 HDP'yî hatin binçavkirin û 2345 jî hatin girtin, ku hevserokên giştî û gelek parlamenter jî di nava wan de hene.

Hevşaredarên DBP'yî û rêveberên partiyê hatin binçavkirin û girtin!

Erdogan ê dîktatorê faşîst û AKP a wî, di konsepta şer de israr dikin!"

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû Kurdistanî, Tirkiyeyî û gelên Ewropayê yên li bajar û welatên cuda yên li Ewropayê dijîn hate kirin, ku li ber şerê qirêj ê dîktatoriya faşîst a Erdogan-AKP'ê rabin û dengê xwe bilind bikin.