Ji ber libakirina rengên kesk, sor û zer hatin girtin
Li Edeneyê 3 kesên ku rengên kesk, sor û zer di konvoya dawetiyan de li ba kirin hatin girtin.
Li Edeneyê 3 kesên ku rengên kesk, sor û zer di konvoya dawetiyan de li ba kirin hatin girtin.
Li Edeneyê ji ber ku Cîhat Bekir, Celîl Adanir û Hayrettîn Bekir ên ku 11’ê Kanûnê dema ku di konvoya dawetiyan de rengên kesk, sor û zer li ba kirin hatibûn binçavkirin, îro piştî karûbarên li emniyetê temambûn û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya her 3 kesan a li dozgeriyê bi sûcê “Propagandakirina rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi heman sucî her 3 kes girt û şandin girtîgehê.