Ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat 8, ji Keskan jî 4 parlamenter ên hikûmeta Swêdê pêk tînin, bi serenavên “Nas bikin ku bila Kurd qedera xwe tayîn bikin” û “Li Kurdistanê di çavdêriya NY de bila dengdayina gel pêk were” pêşnûme dan û pirsgirêkên Kurdan ên li çar parçeyan û pêşniyarên çareseriyê xistin rojevê.
Parlamenteran diyar kirin ku êdî dem hatiye ku Swêd û cîhana derve mafê gelê Kurd ê diyarkirina qedera xwe bixin garantiyê, daxwaz dikin ku mijar di rojeva parlamentoyê de bê nirxandin û biryar bê girtin.
Di pêşnûmeya Parlamenterên Karkeran a Sosyal Demokrat de ku ji hêla Lawen Redar, Anna-Lena Sorensson, Mathîas Tegner, Serkan Kose, Veronîca Lîndholm, Leîf Nyşmed, Roza Guçlu, Hedîn Shadiye Heydarî hat dayîn, tê diyarkirin ku Kurd gelê herî mezin ê çaremîn e li Rojhilata Navîn; tê gotin li Tirkiye 15 mîlyon, Îranê 7 mîlyon, Iraqê 6-7 mîlyon, Sûriyeyê mîlyonek û nîv, bi giştî 35 mîlyon Kurd hene.
Di pêşnûmeyê de tê gotin ku Kurdî di koma zimanan a Hînt-Ewropa de ye û ti xizmantiya wê bi Erebî û Tirkî re nîne û Kurd gelekî cuda ye, dûvre hat bibîrxistin ku piştî Yekemîn Şerê Cîhanê Kurdistan parçeyî 4 beşan hatiye kirin, piştre jî rewşa dîrokî ya li her parçeyî, zextên li ser gelê Kurd, asîmîlasyon û qetlîam cuda bi cuda tên nirxandin.
BILA LI TIRKIYEYÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ WERE
Di pêşnûmeyê de hat derbirin ku sala 2012’an piştî grevên birçîbûnê yên berfireh ji hêla girtiyên Kurd pêk hat, dewleta Tirk neçar maye li dadgehan qedexeya axaftina bi Kurdî rake, piştî tê gotin ku bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meha 2013’an pêvajoya aştiyê tê destpêkirin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dibe hêviyek mezin û wiha berdewam dike;
“Serokkomar Erdogan ji ser hilbijartinên 2015’an hewl da parlamenterîzma li welêt veguherîne sîstemek serokkomartiyê ya otorîtertir. Lê piştî alîgira Kurdan ya nû hatî avakirin HDP’e, bi derbaskirina benda ji sedî 10’an ve ket parlamentoyê û ev asteng kir. AKP, ev 12 sal in cara yekê ew hejmara xwe ya zêde ya li parlamentoyê ji dest da û hewldana avakirina hikûmetek koalîsyonê jî têk çû.
Li gor raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yên salên 2015 û 2016’an, piştî hilbijartinên 2015’an ku agirbesta mabeyna dewlet û PKK’ê xira bû, binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê zêde bûye.”
Parlamenteran bi bîr xistin ku piştî Rewşa Awarte li Tirkiyeyê hat îlankirin, binpêkirina mafan û girtin zêde bûne, ji bo vegerîn li pêvajoya aştiyê çêbibe, daxwaza hewldanê ji Swêdê tê kirin.
LI ROJAVA KURD BI LÎDERTIYA PYD’Ê GIHIŞTIN XWESERIYÊ
Di pêşnûmeyê de têkîldarî Rojava ev nêrîn cih digirin:
“Piştî serhildana li Sûriyeyê veguherî şerê navxweyî, Kurdên li Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirin. Cotmeha 2011’an 11 rêxistinan ji bo avakirina herêmek xweser a Kurd a li bakur û bakurrojhilat, Desteya Neteweyî ya Kurdistanê saz kirin. Konseyê, Hezîrana 2012’an bi fermî hevkarî bi gerîlayên Kurd û PYD’ê re kir. Di pratîkê de Kurd bi pêşengiya PYD’ê li bakurrojhilatê Sûriyeyê di astek jor de bûn xwedî xweseriyekê.
Di encama pêşveçûna Dewleta Îslamê de her roj êrîş bi ser Kobanê û gundên derdor hatin. Dewleta Îslamê, çekên giran, panzer û çekên kîmyewî destpêkê li dijî gelê sivîl bi kar tîne. Rewş gelekî xeter e; pirsgirêka xurek, ava paqij, derman, xwarin, elektrîkê heye. Niha jî her wiha tevahî sînorên diçin Rojava hatine girtin.”
Parlamenterên Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat bi bîr xist ku gelê Kurd bi şerê herî berfireh ê cîhanê re hevrû ye û her roj binpêkirina mafan hê zêdetir dibin, dibêjin êdî dem hatiye ku hikûmeta Swêdê û cîhana derve mafê gelê Kurd ê tayînkirina qedera xwe binasin û parlamento biryarê bigirin.
BILA LI KURDISTANÊ DI ÇAVDÊRIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DE DENGDAYINA GEL PÊK WERE
Parlamenterên Keskan Jabar Amîn, Annîka Lîllemets, Carl Schlyter û Valter Mûtt jî di pêşnûmeya xwe de ku bi serenavê “Li Kurdistanê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî dengdana gel” dan, gotin tevî ku di hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî de mafê tayînkirina qederê ji bo tevahî gelan hatiye garantîkirin, lê ev mafê herî esasî yê gelê Kurd tê înkarkirin.
Parlamenteran zext û êrîşên li ser Kurdên li her parçeyekî Kurdistanê cuda bi cuda nirxandin û gotin; “Em dibêjin ku êdî dem hatiye gelê Kurdistanê yê di nav welatên cuda de hatiye parçekirin, bi dewletek yekbûyî demokratîk siberoja xwe diyar bike. Ji ber vê, ji bo bê diyarkirin ku bê ka gelê Kurd dixwaze bi welatên din re an jî dewletek cuda ava bike, ji bo di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de dengdana gel pêk were, em dixwazin hikûmet bi awayekî çalak bikeve nav hewldanan.”
Parlamenterê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Serkan Kose, têkîldarî pêşnûmeyê daxuyanî da, got mîna gelên din mafê gelê Kurd jî heye ku qedera xwe diyar bike û ji bo ev maf bê teyîtkirin jî ji bo Parlamentoya Swêdê biryarê bide û ji bo ev pêk were ji bo hikûmet jî bikeve nav hewldanan me pêşnûme da.
Tê payin ku pêşnûme di meha çileya sala bê de li parlamentoyê bê nîqaşkirin û bikeve dengdanê.