Gundê Teyyasayê yê Reqayê hat rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di roja 8′emîn a Hemleyê de, gundê Teyyasa rizgar kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di roja 8′emîn a Hemleyê de, gundê Teyyasa rizgar kirin.
Pêvajoya duyemin a Hemleya Xezeba Firatê di roja xwe ya 8′emîn de didome. Şervanan piştî şerê dijwar yê li dijî çeteyên DAIŞ′ê, îro seat di 09.20′an de gundê Teyyasa yê rojavayê Reqayê rizgar kirin. Di şer de gelek çete hatin kuştin, lê der barê hejmara kuştiyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Şerê li heremê didome.