Tehliyeyên ji Helebê hatin sekinandin
Hikûmeta Sûriyeyê da xuyakirin, ku tehliyeyên ji Helebê hatine sekinandin.
Hikûmeta Sûriyeyê da xuyakirin, ku tehliyeyên ji Helebê hatine sekinandin.
Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê ragihand, ji ber ku 'mûxalîf' ên çekdar peyman binpê kirine, operasyona tehliyeyê ya ji Helebê hatiye sekinandin.
Rûsyayê dabû xuyakirin, ku ji danê sibehê ve 6 hezar 400 kes ji rojhilatê Helebê hatine derxistin.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî ragihand, ji herêma tehliye lê tê kirin, dengê teqînan tê.