Ji bo Rojnamevanan ‘Nobeda Azadiyê’ dewam kir
Çalakiya nobedê ya ji bo xebatkar û endamên desteya şêwiriyê yên girtî yên Ozgur Gundemê dewam dike.
Çalakiya nobedê ya ji bo xebatkar û endamên desteya şêwiriyê yên girtî yên Ozgur Gundemê dewam dike.
“Nobeda Azadiyê” ya ku ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û endamên Desteya Şêwiriya Weşanê Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay hatibû destpêkirin, li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê dewam kir.
Nobeda vê hefteyê Meclîsa Bakirkoyê ya Bîrleşîk Hazîran Hareketî (BHH) dewir girt. Rojnamevan-Nivîskar Ertûgrûl Mavîoglû jî destek da çalakiyê.
Endamê BHH Adil Goguce di çalakiyê de axivî, li hember girtina rojnamevanan nerazîbûn anî ziman û daxwaz kir ku tevahî rojnamevanên girtî bêne berdan.
‘DIVÊ NOBEDÊN AZADIYÊ ZÊDE BIBIN’
Rojnamevan-Nivîskar Ertûgrûl Mavîoglû jî got piştî girtina rojnamevan Husnu Mahallî, Ayşenûr Arslan dest ji rojnamevantiyê berdaye û destnîşan kir ku divê nobedên azadiyê zêde bibin.
Di nobedê de hat ragihandin ku wê 23’yê Kanûnê parlamenterên Ewropî li Stenbolê bin.
Çalakiya Nobedê bi xwendina helbestan bi dawî bû.