Ji 6 partiyên Swîsreyî daxuyaniya hevpar: Em ji rewşa Tirkiyeyê bi fikar in

Serokên komên 6 partiyên siyasî yên Swîsreyî daxuyaniyeke hevpar dan û pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li rêveberiya Swîsreyê hate kirin, ku li dijî vê yekê bikeve nava tevgerê.

Ji Partiyên li Meclîsa Federal a Swîsreyê Serokê Koma Partiya Sosyalîst (SP) Roger Nordmand, Seroka Koma Partiya Demokrat a Xiristiyan Vîola Amherd, Serokê Koma Partiya Demokrat a Lîberal Îgnazî Cassîs, Serokê Koma Keskan Balthasar Glattlî, Seroka Koma Keskan a Lîberal Tîana Angelîne Moser û Seroka Koma Partiya Bûrjûva ya Demokrat Rosmarîe Qûadrantî daxuyaniyeke hevpar dan û pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê rexne kirin.

Serokên Koman bal kişandin ser hebûna dewleta hiqûqê ku di dema dawî de li Tirkiyeyê gav bi gav hildiweşe.

TIRKIYE JI DEWLETA HIQÛQÊ DÛR DIKEVE

Serokên Koman, rapora Yekîtiya Parlamenteran a Navneteweyî (IPU) ya li ser polîtîkayên nehiqûqî yên li dijî wekîlên HDP'yî û hilbijartiyan û rakirina mafê destnedanê yê parlamenteran û girtina wan rexne kirin. Serokên Koman êrîşên li dijî Hevşaredarên DBP'yî û hilbijartiyan bibîr xistin û gotin, li Tirkiyeyê serdestiya hiqûqê gav bi gav têk diçe.

BÛYERÊN DIQEWIMIN RÊ LI BER TIRS Û FIKARAN VEDIKIN

Serokên Koman her wiha raporên Rojnamevanên Sînornenas ên Navneteweyî (RSF) ên li ser Tirkiyeyê bibîr xistin û diyar kirin, êrîşên li dijî rojnamevan û asziyên çapemeniyê, girtina saziyên civakî yên sivîl rê li ber tirs û fikaran vedikin.

Serokên Koman bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin, ku ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan û mafê însanî yê li Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê û xwest, ji bo aştî li Tirkiyeyê pêk were, bikeve nava hewldanan.