‘Li Kayseriyê komandoyên bi taybet perwerdekirî hatin hedefkirin’
Derket holê ku li Kayseriyê di wê otobusa vê sibehê hate teqandin de komandoyên ‘bi taybet perwerdekirî’ hebûn.
Derket holê ku li Kayseriyê di wê otobusa vê sibehê hate teqandin de komandoyên ‘bi taybet perwerdekirî’ hebûn.
Cîgirê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak piştî teqîna vê sibehê li Kayseriyê çêbû daxuyanî da çapemeniyê û anî ziman ku di wê otobusa teqiyayî de komandoyên ‘bi taybet perwerdekirî’ hebûn.
Veysî Kaynak hejmara komandoyên mirî nedan. Kaynak, got wê hejmara mirî û birîndaran ji hêla Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê ku wê biçe Kayseriyê bê ragihandin.
Parlamenterê AKP’ê yê Kayseriyê Îsmaîl Tamer jî got di teqînê de 9 komandoyên mirî hene.