Ji bo qedexeya parêzeran hincetek nû

Li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ku bi êşkence û mûameleya xirab ket rojevê, hevdîtina parêzeran a bi miwekîlan re dîsa hat astengkirin.

Vê carê jî hincet, ew doz in ku der heqê parêzeran de hatine vekirin. Hevdîtina parêzer Ayşe Acinikli û Mûstafa Acinikli ya bi miwekîlên binçavkirî re hatin astengkirin.

Parêzer Ayşe Acinikli ku ji bo 12 miwekîlên xwe yên binçavkirî bibîne, bi parêzer Mûstafa Eraslan re ji Bagcilarê çibû Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, wiha axivî; “Bi saetan dan rawestandin. Dûvre, biryareke ku Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê dabû, nîşanî me dan. Li gor biryarê, ji ber dozên ku der heqê min û parêzer Eraslan de hatine vekirin, qedexe ye ku em miwekîlên xwe yên binçavkirî bibînin.”

Parêzer Acinikli diyar kir ku vê biryara qanûnê dispêrin Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de ya Nimro 676’an û wiha pê de çû; “Li gor vê biryarnameyê, parêzerên ku der heqê wan de ji ber ‘sûcên bi rêxistinkirî’ lêpirsîn an jî doz hebin, nikarin ti alîkariyek hiqûqî bidin ew miwekîlên ku bi heman sûcî hatine binçavkirin an jî doza wan hebin. Qedexeya ku îro anîn ber me jî, bû yek ji sepanînên destpêkê yên vê Biryarnameyê. Dozên der heqê min û hempîşeyê min Eraslan de wek hincet hat nîşandan, parêzertiya me asteng kirin.”

DER HEQÊ 12 PARÊZERAN DE BIRYAR HEYE  

Parêzer Acinikli got dema bi polîs re axivî fêr bû ku der heqê 12 parêzeran de biryar heye û got; “Li gor xuya ye, dixwazin vê sepanînên berbelav û domdar bikin.”

Parêzer Acinikli destnîşan kir ku di vê dema Rewşa Awarte de binpêkirina mafan zêde bûne û got; “Mafê parastinê mafê herî bingehîn e. Bi vê sepanînê, destpêkê bikaranîna vê heqî asteng dikin. Tew îca, di pêvajoyek wisa de ku dibêjin di bin çavan de êşkence hene, ev maf, xwedî girîngiyek jiyanî ye.”

Parêzer Acinikli bal kişand ku bi vê qedexeyê ve mafê wê kar tê astengkirin û wiha axivî; “Nahêlin me parêzertiyê bikin. Mafê herî xwezayî yê parezerekê ye ku dosyayekê qebûl an jî red bike. Eger hûn vê ji holê rabikin, wê demê wê nikaribe karê xwe bike. Her wiha, ev biryar ji venêrîna hiqûqî jî bêpar e. Ji ber Rewşa Awarte jî îtîraza li dijî vê biryarê an sînordar an jî astengkirî ye.”