NÛ BÛ

’13 leşker mirin, 55 leşker birîndar bûn ku 12 jê giran in’

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû da xuyakirin ku di çalakiya Kayseriyê de ku li dijî ‘komandoyên bi taybet perwerdekirî’ pêk hat, 13 leşker mirin, 55 leşker birîndar bûn ku 12 jê giran in.

Piştî çalakiya li dijî komandoyên ‘bi taybet perwerdekirî’ yên Tirk, Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû çû Kayseriyê û li vir daxuyaniyek çapemeniyê da.

Li gor agahiyên wezîrê Tirk, 13 leşker mirine, 55 leşker jî birîndar in. Her wiha ragihand ku ji van birîndaran 12 komandoyên bi taybet perwerdekirî di servîsa lezgîn de ne û rewşa wan jî giran e.

Tê gotin ku komandoyên hatî hedefkirin li 1’yemîn Tûgaya Komandoyan a Kayseriyê wezîfedar in û di vê sala dawiyê de tevlî operasyonên li Kurdistanê bûne.