Li Elmanyayê sîxurekî MÎT’ê hat girtin
Hat diyarkirin ku sîxurekî dewleta Tirk ku li Elmanyayê der heqê Kurdan û saziyên wan îstîxbarat kom dikirin, duh bi daxwaza Dadgeha Federal hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku sîxurekî dewleta Tirk ku li Elmanyayê der heqê Kurdan û saziyên wan îstîxbarat kom dikirin, duh bi daxwaza Dadgeha Federal hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku kesê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatiye girtin zilamekî bi navê M.S. ye, 31 salî ye û hemwelatiyê Tirkan e. Hat diyarkirin ku ev şexs li ser daxwaza dadgehê ya girtinê hatiye girtin.
Li gor agahiyên medyaya xwecih a Hambûrgê, der heqê kesê binçavkirî de, ji ber ketiye nav xebatên sixurî li gor xalên “§ 99 Abs. 1 Satz 1 Nr. 1 StGB” hatiye sûcdarkirin û biryara girtinê hatiye dayîn.
Hat gotin ku li mala vî kesî lêgerîn pêk hatiye, hat destnîşankirin ku bi wezîfedarkirina rêxistina sixûrî ya Tirk MÎT’ê ve vî kesî li Elmanyayê der heqê jiyangehên Kurdan, têkîliyên wan û xebatên wan ên siyasî agahî kom kirine. Kesê girtî, her wiha, saziyên Kurdan ên li Elmanyayê şopandiye û ji bo bigihîne îstîxbaratên Tirkan jî agahî kom kirine.
Kesê bi navê M.S. îro derket pêşberî hakimtiya lêpirsînê ya Dadgeha Federal û der heqê wî de biryara girtinê hatiye dayîn.