NAV-DEM’ê Cejna Êzî pîroz kir

NAV-DEM’ê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî pîroz kir.

Rêveberiya Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdên li Almanyayê (NAV-DEM) bi boneya Cejna Êzî daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em bi navê CEJNA ÊZÎ - cejna taybet ji bo Xwe'za/Xwe'da û Êzîdiyatî, di serî de civaka Êzîdî û tevahî gelê Kurd pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku Cejna Êzî, ji bo tevahî gelê Kurd çand, ziman û dîrok bi xwe ye û wiha dewam kir; “Ev cejn, nirxekî gelê Kurd e. Parastin û pîrozkirin jî mafê her Kurdî ye. Em daxwaz dikin pirozbahiyen Cejna Êzî weke wateya xwe cejna taybet ji bo Xwe'za/Xwe'da û Êzîdiyatî û bibe wesîla gaveke mezin ji bo gihiştîna nasnama gel û ola Êzîdiyatî.

Di van rojan de ku em cejna Êzî pêşwazî dikin, gelek bûyerên girîng li welatê me diqewimin. Hîna aştî û azadî li ser axa welatê me peyda nebûye – lê belê gelekî nêzîk e. Qirkirinên siyasî, çandî, exlaqî, civakî zor û zextên dewletê û zaliman berdewam in. Hêzên şerxwaz hê jî û zêdetir xwîna Kurdan dirijînin.

Gelê Kurd di pêvajoyêke awarte re derbas dibe û berxwedana gel a li dijî dagirkerî û hikûmdariyê berdewam dike. Ji Serhildanên gelê Kurd ê beitiatiya sivil xuya ye sala 2017’an ji bo gelê Kurd wê bibe sala diyarbûna çareseriya pirsa Kurd. Sala pêşiya me sala diyarbûna man û nemanê ye. Kurdên Êzîdî jî weke beşeke gelê Kurd, divê bi hişyarî tevbigerin. Ji ber vê yekê banga me; îro ji her demê bêhtir pêdiviya me bi sazîbûn, rêxistinbûn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên şerxwaz em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî, xwe biparêzin û di rêza mirovahiya û mirovatiya pêşketî de cîh bigirin.

Em zanin, Kurdên Êzîdî, li hember listîkan û parçekirina Kurdan herdem wê hişyar bin û nehêlin yekîtiya gelê Kurd were binpêkirin.

Em bi vê cejna hêja, banga xwe ji bo hemû Êzîdîyên dilsoz dikin û banga yekîtî, hevgirtin ji bo pêşketin û serkeftinê girîng û pewîst dibînin.

Ji bo em bibin bersiva van êrîşên hovana yên li Şengalê, Bakur û Rojava pêk tên, divê bi îradeyek xurt li gor ruhê Cangoriyên 73 fermanan û Cangoriyên şoreşa Kurdistan, bi berxwedaneke taybet em xwe bidin naskirin û li wan xwedî derkevin. Em rewşa civaka Êzîdî û bûyerên li welatê me diqewimin baş dizanin! Beriya her tiştî xwe birêxistinkirin û yekîtî ji bo me girîng e.

Daxwaziya me ye, Cejna Êzî ya 2016’an jî li welatê me bibe bingeha aştiyeke civakî, azadî û kêfxweşiyê. Em zanin gelê me jî vê cejna xwe li ser vî esasî pîroz dike.

Bi vê minasebetê, em cejna Êzî li tevahiya Êzdiyan, gelê xwe û hemû Kurdistaniyan pîroz dikin û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe dikin ku bi ruhê berxwedana Şengal, Bakur û Rojava tevî bi deng û rengên xwe tevlî pîrozbahiyan vê cejna pîroz bibin.

Îro li ser nêzîkbûn û xwedîderketina civaka me ya Êzîdî, felsefe û ola Êzîdiyatî û her wiha li Şengalê, em her mirov û bi taybetî her Kurdî di ber çavan re derbas dikin.

Pêşketin û serkeftin yê ya me bin.”