Li gor çavkaniyên Dozgeriya Antî Terorê ya Fransayê, li dijî endamên ETA yên li welatên BASK’ê ya li sînorê Spanyayê ji hêla yekîneyên polîsên taybet ên bi navê RAÎD’ê operasyona hatiye lidarxistin. Hat diyarkirin ku operasyona li bajarokê Louhossoa ya girêdayî bajarê Pyrénées-Atlantiques bi hevkariya polîsên Spanyol hatiye lidarxistin.
Hat ragihandin ku di operasyonê de bi hinceta endamê ETA ne, 5 kes hatin binçavkirin ku yek jê jin e. Hat îdîakirin ku bi van kesan re hin çek jî hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya Rêxistina Aştiyê ya Welatê Baskê (Bajea EH) de ku li beşa welatê Baskê ya di serweriya Fransayê de çalak in, hat îdîakirin ku kesên hatine girtin dikiran çekên aîdî ETA’yê îmha bikirana. Di daxuyaniyê de ku li ser Twîtterê hat weşandin, wiha hat gotin; “Ji bo astengkirina îmhakirina çekên aîdî ETA’yê ya ji hêla civaka sivîl, operasyonek polîsî tê lidarxistin.”
Ji sala 2011’an ve ku ETA’yê ragihandibû ku têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye, helwesta hişk a ku Fransa li dijî tevgerên Baskê dike balê dikşîne. Navê ku ji ETA’yê lêgerîna wî hebû Mîkel Îrastorza hat binçavkirin, roja Çarşemê jî li Marsîlyayê dîsa bi operasyonek hevkariya polîsên Spanyok kesek hatibû girtin.