Parêzer Tîmtîk ev 3 roj in binçavkirî ye

Rêveberê Navenda Giştî ya ÇHD’ê Barkin Tîmtîk ê dema êrîşa polîsan a bi ser şîna malbateke miwekîlê wî hatibû binçavkirin, hê binçavkirî ye.

Polîsên ku bi bombeyên gazê êrîş kiribûn, her kesên ku li ser xwarina şînê bûn bi kaşkirinê binçav kiribûn. Parêzer Tîmtîk ê ku biribûn Qereqola Polîsan a Esenyûrtê, ev 3 roj in nehatiye berdan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Halkin duh êvarî çûn qereqolê, ji bo hempîşeyên xwe dest bi rawestandinê kirin. Lê, parêzer ji hêla polîsan hatin derbkirin û ew avêtin derve. Her wiha polîsan hewl dan tiliyên Parêzer Gunay Dag bişkînin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê.

Li ber qereqolê rawestandina parêzeran didome, 6  zarokên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan, lê tevî parêzer Tîmtîk, 20 kes hê binçavkirî ne.