Ji Helebê qasî ku Tirkiye dixwaze sivîl ‘narevin’

Hat ragihandin ku tahliyeya sivîlên li Helebê ku piştî bidawîkirina şerê mabeyna hêzên rejîmê û komên ku welatên herêmê destekê didinê destpê kir, îro bi dawî bû, lê têkîldarî tahliyeyê daxuyaniyên cur bi cur hatin.

Her çiqasî nayê zanîn bê çend kes dixwazin ji bajêr birevin jî, tê zanîn ku Tirkiye dixwaze bi propagandeyek wisa ya koçê ve polîtîkayên xwe yên şantajê yên li dijî Yekîtiya Ewropayê zindî bihêle.

Li gor daxuyaniya Rûsyayê, zêdetirî 9 hezar û 500 sivîl ji taxên rojhilatê bajêr hatine tahliyekirin, her wiha 4 hezar û 500 ‘mûxalîfên çekdar’ û 337 birîndar ji bajêr hatine derxistin. Li gor Rûsyayê, tahliyekirina kesên ku dixwazin ji bajêr derkevin bi dawî bûye.

Piştî Heleb ket, vê carê Tirkiye û komên ku piştgiriya wan dike dest bi daxuyaniyan kirin û her propaganda dikin ku ‘li Helebê qetlîam bûye’. Li gor daxuyaniyên van koman jî hê tahliyekirin bi dawî nebûne, gelek kes li bajêr ‘asê’ mane.

GELO DI ASTA TÊ XWESTIN DE SIVÎL NAXWAZIN DERKEVIN?

Li gor îdîaya komên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, beşek komên çekdar ‘heta bi ewlehî derketina sivîlan bi dawî nebe’ wê ji bajêr dernekevin.

Tê zanîn ku heman kom dixwazin ji bilî artêşa Rûsya û Sûriyeyê, hebûna komên Îranî û yên çekdar ên Şîî derxin pêş, îdîayên ku ‘qetlîam hatiye kirin’ zindî bihêlin. Jixwe, di van hefteyên dawî de ku hat fêmkirin êdî wê Heleb bikeve, îdîayên mîna ‘mîlîsên Şîî qetlîamên komî dikin’ hem ji hêla van koman hem jî piştgirê wan dewleta Tirk, welatên Kendavê û rojavayî her tên ziman.

Li gel vê, tê texmînkirin ku li van taxên rojhilat ku heta nîvê meha Mijdarê jî di dest dijberên rejîmê de bûn, navbera 250 hezar û 300 hezar sivîlî dijiya, lê mijara nîqaşê ye ku bê ji van çiqasî dixwest bajêr biterikîne. Hatibû ragihandin ku bi deh hezaran sivîlî xwe avêtibûn taxên ku ji hêla YPG’ê tên kontrolkirin.

Dîsa, tê zanîn ku beşek mezin a ji şêniyên bajêr jî li qadên ku ji hêla rejîmê tên kontrolkirin dimînin.

PROPAGANDAYA KU TIRKIYE BI AZWERÎ DIKE

Hêjayî gotinê ye ku piştî rizgarkirina bajêr, Tirkiye jî xwe daye pey propagandayên ku tevahî sivîl dixwazin birevin. Her wiha nuqteyek din a bi baldarî şopandinê dixwaze jî ew e ku di demeke wisa de ku Yekîtiya Ewropayê ji ber AKP’ê koça penaberan a ber bi welatên Yekîtiyê mîna kozekî bi kar tanî nerazî bû, Tirkiye bi azwerî hewl dide propagandaya ku ‘wê herîkînek mezin a penaberan çêbibe’ bifroşe.

Piştî hat diyarkirin ku êdî wê bajar bikeve, daxuyaniyên Tirkiyeyê yên mîna ji bo bi deh hezaran penaberî kamp tên amadekirin, balkêş bûn.

Herî dawî, duh dema Civîna Lîderên YE dihat lidarxistin, dîktatorê Tirk Erdogan daxuyanî dabû û gotibû, “Di atmosferek wisa de ku hin welatên rojavayî dibêjin ‘kesek jî were em êdî nagirin’, em ne yek, bi biryar in ku hezar kes jî were bihewînin.” Erdogan bi van gotinên xwe jî eşkere kiribû ku wê ‘kozê xwe yê penaberan’ ku berê jî gelek caran anîbû ziman, her di dest xwe de bigire.