FEDA: Elewiyên Kurd ên Meraşê divê xwedî li doza xwe ya mafdar derbikevin
FEDA, di salvegera komkujiya Meraşê de daxuyanî da, bal kişande ser polîtîkayên komkuj ên AKP’ê û bang kir ku gel li doza xwe ya mafdar xwedî derbikeve.
FEDA, di salvegera komkujiya Meraşê de daxuyanî da, bal kişande ser polîtîkayên komkuj ên AKP’ê û bang kir ku gel li doza xwe ya mafdar xwedî derbikeve.
Federasyona Elewiyên Demokrat ên Ewropayê (FEDA) ji ber salvgera komkujiya Meraşê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, li gel ku 38 sal di ser komkujiyê re çûne jî, hê hewl tê dayin ku ser wê bigirin. FEDA komkujî şermezar kir û berxwedana rûmetdar a Elewiyên Kurd ê Meraşê slav kir.
‘DÎROKA KOMARA TIRK A QIRKIRINÊ YE’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Dîroka komara Tirk dîroka qirkirina gel, bawerî, cihêtiyan e; dîroka koçberkirin, asîmîlasyonê ye’’ û bi berdewamî hate gotin ev hişmendiya komkuj a dewleta Tirk di şert û mercên guherî de, bi desthilatdarî û amûrên cihê xwe didomîne û mînaka komkujiyên Dêrsim, Meraş, Koçgirî, Sêwas, Gazî û Kurdan, Elewiyên Kizilbaş da.
‘POLÎTÎKAYA PENABERKIRINÊ LI DAR E’
FEDA’yê diyar kir AKP îro bi navê ‘’wargeha penaberan’ li gundê Teroyan polîtîkayan dike û got, ‘’wargeh’a ku hewl tê dayin li gundên Teroyan a Meraşê pêk bînin, polîtîkaya penaberkirina Kurdên Elewî yên Meraşê ye. Careke dî jî dewlet, AKP di şexsê Kurdên Elewî yên Meraşê de, li ser Kurdên Elewî yên ku li cografyaya rojavayê başûr dijîn, îskan mecbûrî ferz dike û dixwaze encam bigire.
Çi dibe bila bibe, zilma zordar ji kîjan hêlê ve were bila were, Elewiyên Kurd ên Meraşê divê li heqîqeta xwe, li şûnwarê vegere, berê xwe bide xaka xwe û xwedî li doza xwe ya mafdar derkeve.’’