Operasyonên qirkirina siyasî îro jî dewam kirin
AKP/Qesr êrîşên xwe yên qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd û HDP'ê dewam dike. Li Edene, Îzmîr, Aydin û Agiriyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

EDENE
10 kesên li navçeya Ceyhan a Edeneyê hatin binçavkirin, ku Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Kamûran Sagat jî di nav de ye, sewqî edliyeyê hate kirin. Dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 3 kes girt. Her wiha 14 HDP'yiyên hê li emniyetê ne, tê payîn kom bi kom derxînin pêşberî dadgerê.
ÎZMÎR
Li navçeya Konak a Îzmîrê, xwendevanên Kovara Kiraçê Alî Fûat Eroglû û Sîbel Yaşar, bi hinceta ku wêneyên Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Che Gûevara, Bekîr Kîlercî û Alî Serkan Eroglû hene, hatin binçavkirin.
AYDIN
Li Aydinê, danê vê sibehê polîsan avêtin ser gelek malan. Tevî Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Pinar AKpinar û rêveberên HDP'ê yên bajêr gelek kes hatin binçavkirin.
AGIRÎ
Li navçeya Xamûr a Agiriyê, leşkeran duh bi şev avêtin ser gundê Yogûnhîsarê. Di serdegirtinê de keyayê gund Mehmet Alî Gundogdû, Serokê Odeya Hamûr Zîraat Servet Yildirim û kesên bi navê Kûtbettîn Aslan û Yildirim Belecen hatin binçavkirin. Selahattîn Kahraman ê ku di dema serdegirtinê de ne li malê bû, li Konyayê hate binçavirin. Her pênc kes niha li Fermandariya Jendermeyan Navçeya Xamûrê ne.