Şahidê qetlîamê: Wek pêvajoya 19’ê Kanûnê, girtîgeh kirin hedef
Şahidê Qetlîama Girtîgehê ya 19’ê Kanûnê û gaziyê rojiya mirinê Nîhat Goktaş, di salvegera qetlîamê de bal kişand ku girtîgeh ji hêla desthilatdariyê wek hedef hatine nîşandan.
Şahidê Qetlîama Girtîgehê ya 19’ê Kanûnê û gaziyê rojiya mirinê Nîhat Goktaş, di salvegera qetlîamê de bal kişand ku girtîgeh ji hêla desthilatdariyê wek hedef hatine nîşandan.
Nîhat Goktaş, li Girtîgeha Tîpa E ya Bûrsayê yek ji şahidên Qetlîama Girtîgehê ye ku 19’ê Kanûna 2000’an pêk hatiye. Bi operasyonê birin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê, li vir greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê. Dema ji girtîgehê derket, nikarîbû bi tenê serê xwe debara xwe bike. Bi dermankirin û piştevaniyê ve êdî niha dikare bi tenê serê xwe jiyana xwe îdame bike.
Niha di Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan de dixebite.
Di ser qetlîamê re 16 sal bihurî. Goktaş, bi sedan caran şahidiya xwe anî ziman. Dema piştî 16 salan, behsa wê şevê dike dibêje, “atmosferek şer bû” û wiha dirêjiyê didiyê; “Ber bi sibehê hatin. Wek dikevin şer, bi çek, bombeyên gazê. Dema me dirûşmeya ‘Girtiyên Şoreşger Dîl Nayên Girtin’ berz kir, mîna baranê li me reşandin. Îca çek jî têr nedîtin, vê carê madeyên kîmyewî avêtin. Mîna baranê avêtin qadeke biçûk. Me nikarîbû hilm bigirta, çavê xwe vekira. Me di carekê de xwe di nav şerekî emelî de dît. Em jî bêparastin bûn.”
Goktaş destnîşan kir ku armanca qetlîamê teslîmgirtina îradeya şoreşgeran bû û wiha axivî; “Esas bedenê me di dest wan de bû. Em li girtîgehê û bêparastin bûn. Tevî vê jî, armancek wan a ji gotina ‘teslîm bibin’ hebû. Dixwestin îradeya me, nasnameya me ya polîtîk teslîm bigirin.”
Yek ji dîmenên ku ji wê şevê ve ji mejiyê Goktaş derneketiye jî qetilkirina Alî Îhsan Ozkan û Mûrat Ozdemîr bû. Got, “li rex me kuştin” û wiha lê zêde kir; “Wek çek têra wan nekir, bi zindî jî şewitandin.”
Operasyona 19’ê Kanûnê, li gor îdîaya rayedarên dewleta Tirk, ji bo dawîanîna rojiya mirinê pêk hatibû û ji ber vê jî navê wê kiribûn “Hayata Donuş (Vegera li jiyanê)”.
NIKARÎBÛN ÎRADEYA ME TESLÎM WERGIRIN
Lê, grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê bi tevlîbûnên nû dewam kirin. Di rojiyên mirinê de ku li derveyî girtîgehan jî dewam kirin, 124 kesan jiyana xwe ji dest dan, 600 kes jî bi nexweşiya wernickekorsakoff ketin, seqet man.
Nîhat Goktaş, encamên operasyonê bi bîr xist û got; “Propaganda dikirin ku ‘bi zorê dixin grevên birçîbûnê’. Hat dîtin ku ne wisa ye. Me li hucreyan ji bo îdealên xwe û mirovatiyê çalakiyên xwe domandin. Destjêneberdan, ji dewletê re bû bersiva herî mezin. Nikarîbûn îradeya me teslîm wergirin.”
LI GIRTÎGEHAN HEDEF NÎŞAN DAN
Goktaş daxuyaniyên ku îro rayedarên hikûmetê dide û yên beriya operasyona ku 16 sal berê pêk hat, dişibîne hev û got; “Beşên herî bihistyar ên civakê, mîna îro xistibûn girtîgehan. Girtîgeh cihê herî bil ez bûn ku bersiv didan bûyerên rojane. Bi daxuyaniyên xwe ve girtîgeh hedef nîşan dan, dûvre jî qetlîama 19’ê Kanûnê pêk anîn.”
Goktaş, peyama Parlamenterê Îzmîrê yê AKP’ê Huseyîn Kocabiyik bi bîr xist, bal kişand li ser daxuyaniya Erdogan a ku dibêje ‘ji girtîgehan tweet tên avêtin’ û bi berdewamî; “Derket holê ku li 3 girtîgehan doçka bi cih kirine. Ev giştî nîşan dide ku êrîşek li dijî girtîgehan di rojeva dewletê de ye.”
FIKARÊN MALBATAN ZÊDE DIBIN
Nîhat Goktaş got ev daxuyaniyên navborî fikarên malbatan zêde dikin, bi bîr xist ku ji bo karibin balê bikşînin ser binpêkirinên mafan û bihistyariyê di raya giştî de ava bikin, li ber girtîgehan daxuyaniyan didin.
Goktaş, bi boneya salvegera qetlîama 19’ê Kanûnê banga bihistyariyê li raya giştî ya demokratîk kir, diyar kir ku pêwîst e malbatên girtiyan û rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk hevpar tevbigerin.
Goktaş ragihand ku di çalakiyên îsal de hevkariyek saz kirine û wiha axivî; “Dema qetlîama 19’ê Kanûnê, bêyî bibêjin ‘ev girtî’, ‘ew girtî’, qetil kirin. Em vê ji bîr nekin û tevgerek hevpar bikin.”