Li Kaltenkîrchenê Cejna Êzî hate pîrozkirin
Li Kaltenkîrchen a Elmanya Cejna Êzî hate pîrozkirin û bang hate kirin ku yên li Ewropa xwedî li çanda xwe derkevin. Hate xwestin ku li Şirnex, Cizîrê xwedî derkevin.
Li Kaltenkîrchen a Elmanya Cejna Êzî hate pîrozkirin û bang hate kirin ku yên li Ewropa xwedî li çanda xwe derkevin. Hate xwestin ku li Şirnex, Cizîrê xwedî derkevin.
Li Kaltenkîrchen a Elmanya Cejna Êzî ku li nav Êzîdiyan rojeke girîng e, bi çoşî hate pîrozkirin. Kurdistaniyên Êzîdî ji bo pîrozbahiyê li mekaneke Yewnan a bi navê Lazo hatin cem hev.
Şêxê Êzîdî, Şêx Mamed têkildarî cejnê axivî û got, ‘’Em 9 rojan rojî digirin. 3 rojên pêşî ji bo Şêx Şems e. Piştre 3 rojan navber tê dayin. 3 rojên dî yên piştî vê ji bo Xwedan e. Rojiya 3 rojî ya dî jî ji bo afirînerê erd û ezman û melekan e.’’
BAYINDIR: JI HER DEMÊ BÊHTIR EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN
Sevahîr Bayindir li ser navê NCKD-Hambûrgê axivî û got, ‘’Tevgera Azadiya Kurd mîsogeriya gelê Êzîdî ye. Divê ji her demê bêhtir em werin cem hev, xwe rêxistin bikin û em li ‘Berat’ xwe xwedî derkevin.’’
JI BI ŞIRNEX Û CIZÎRÊ BANG
Bayindir diyar kir, ‘’hovên dinyayê bi êrîşa li ser Şengalê dixwazin damarê mirovahiyê bibirin’’ û xwest ku yên ku li Ewropa dijîn divê li çand û zimanê xwe xwedî derbikevin. Bayindir bal kişande ser şert û mercên giran ên gelê Şirnex û Cizîrê û got divê li wan xwedî were derketin.