Belgeya ‘tirsê’ ya dewleta Tirk!
Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Enqereyê ji ber çalakiyên ku hêzên dewletê dikin hedef ketiye panîkê. Cîgirê Midûr Kantar, destnîşan kir ku çalakiya li Beşîktaşê destpêk e, hişyarî da hêzên Tirk.
Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Enqereyê ji ber çalakiyên ku hêzên dewletê dikin hedef ketiye panîkê. Cîgirê Midûr Kantar, destnîşan kir ku çalakiya li Beşîktaşê destpêk e, hişyarî da hêzên Tirk.
Di belgeyê de ku bi îmzeya Cîgirê Midûrê Emniyetê ya Enqereyê Bulent Kantar 15’ê Kanûnê hat weşandin, tê fêmkirin ku dewleta Tirk ji ber çalakiyên çekdar ketiye nav tirs û xofek mezin
Di belgeyê de hat destnîşankirin ku çalakiya li Beşîktaşê ya Stenbolê ku TAK’ê li xwe girt, “destpêka pêvajoyê ye”, wiha hat gotin; “Ji niha û şûn de wê li giştî welat û metropolan çalakiyên fedaî derkevin asta herî jor, halêhazi li metropolên Tirkiyeyê gelek çalakgerên fedaî hene.”
Di belgeyê de tê gotin ku wê avahiyên emniyetê û lojman bên hedefkirin, wiha tê îfadekirin, “Ez arz û rîca dikim ku ekîb û personelê me yên ku wê li giştî bajarê me kontrolên rê bikin û li nuqteyên lêgerînê de wezîfedar bin têkîldarî mijarê bê agahdarkirin û hişyarkirin, rê li ber ti kêm û kurtahî û rewşên neyênî neyên vekirin.”
Belge bi vî rengî ye: