Ji ber bombebarana artêşa Tirk, 3 malbat di bin enqazan de ne
Artêşa Tirk li dijî gundên Babê ji şevê din ve bombebarana xwe didomîne, hat ragihandin ku heya niha 3 malbat di bin enqazan de mane.
Artêşa Tirk li dijî gundên Babê ji şevê din ve bombebarana xwe didomîne, hat ragihandin ku heya niha 3 malbat di bin enqazan de mane.
Li gor nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker ji Pêncşemê ve, bajarê Bab ê li Bakurê Sûriyê bombebaran dike. Li gor heman nûçeyê heya niha 20 bombe li bajar ketine.
Di nûçeyê de bi berdewamî dibêje hejmarek mezin ji van bombeyan li jiyangehên sivîl dikevin û heya niha 3 malbat (Noma, Nasan û malbatek din) di bin enqazan de asê mane.