ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dosya Berxwedana Kurdan: Dewleta Tirk şer giran kir
Li dijî şerê ku dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê yên Kurdistanê giran kir, Tevgera Kurdan destana berxwedanê nivîsand. -
Cansiz û hevalên wê li Kerkûkê hatin bibîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi aktivîteyekê hatin bi bîr anîn. -
Wê leşkerên Tirk ji Başîkayê vekişin
Piştî civîna di navbera Ebadî û Yildirim de, herdû Serokwezîr li Serokwezîrtiyê dest bi civîna hevpar a wezîran kir. Televîzyona Dewletê ya Iraqê ragihand ku wê leşkerên Tirk ji Başîkayê vekişin. -
Li Amed û Îzmîrê çalakiyên edaletê
Li Amed û Îzmîrê malbat û parêzvanên mafê mirovan, ji bo kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine nebedîkirin û qetilkirin vê hefteyê jî di nava çalakiyan de bûn. Li Amedê aqûbeta Mûstefa Aydin, li Îzmîrê jî ya Fetîh Yildirim hate pirsîn. -
ÎHD'ê hişyarî da: Her ku diçe rewşa Acar ê girtî xedar dibe!
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Şaxa Stenbol, daxwaz kir ku girtiyê nexweş Suleyman Acar ê her ku diçe nexweşiya wî xedar dibe bê berdan. -
Li Ezazê teqînên dijwar
Li Ezazê ku di dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê de ye, teqînên mezin rû dan. Tê gotin mirî û birîndar hene. -
Li Bexdayê du teqin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 jî birîndar in
Li paytexta Iraqê Bexdayê du teqinên cuda pêk hatin û di encama teqînan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. -
Xizma Windahiyan Masîde Ocak hate berdan
Masîde Ocak ya ku di çalakiya rûniştinê ya 615’an li qada Galatasarayê daxuyaniya çapemeniyê xwend ku hatibû binçavkirin, hate berdan. -
Akademîsyenên aştîxwaz hatin îxrackirin
Desthilatdariya AKP/Qesrê ya ku cara 3’yemîn dema Rewşa Awarte dirêj kir, bi 3 biryarnameyan ve akademîsyenên ku danezana Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê îmze kirine, îxrac kir. -
Van demên dawî li girtîgehan çi dibe?
Girtîgehên Tirkiyê ku bi salan e bi êşkence û komkujiyan re têne bibîranîn, bi Rewşa Awarte re êdî vê karaktera xwe zexmtir dike. Di halê hazir de girtîgeh ji bo girtiyên siyasî bi temamî bûne navendên êşkenceyê. -
Serokwezîrê Tirk Yildirim ji hêla Wezîrê Karên Avê hat pêşwazîkirin
Serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim ku danê sibehê hat Bexdayê, ji hêla Wezîrê Karên Avê ya Iraqê hat pêşwazîkirin. -
DYA: Payebilindê DAÎŞ’ê li Reqayê hat kuştin
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi navê Xezeba Firatê li ser Reqayê tê lidarxistin bi serkeftî dewam dike, hat ragihandin ku yek ji pêşengên çeteyan Mahmûd El Îsavî di êrîşên hewayî de hatiye kuştin. -
Îranê bi armanca sûîqestê li Elmanyayê agahî kom kirine
Hat ragihandin ku welatiyekî Pakîstanê ku rojên bihurî li Berlînê doza wî dest pê kir, li Elmanya û Fransayê ‘li ser navê Îranê’ têkîldarî siyasetmedar û ekonomîstekî ‘bi armanca sûîqestê’ îstîxbarat kom kiriye. -
Komalên Ciwan: Pêşengiya Kongreya Neteweyî wezîfeya şoreşgerî ya ciwanan e
Komalen Ciwan, diyar kir ku wezîfeya esasî ya welatparêziya ciwanên Kurd, pêşengtiya Kongreya Neteweya Kurd e. -
Bi hinceta parvekirinên li ser medyayên civakî bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin
AKP/Qesr, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Îro jî bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî operasyonên binçavkirinê hebûn. Li gelek bajaran, bi dehan kes ji ber parvekirinên li ser tevnên civakî hatin binçavkirin û girtin. -
Biryarnameya nû hat weşandin: 83 komale hatin girtin, bi sedan memûr ji kar hatin dûrxistin
Desthilatdariya AKP/Qesrê bi Biryarnameya nû ya Di Hikmê Qanûnê de 83 komale girtin, bi sedan memûr (karmend) ji kar dûr xistin. -
Ji rojnamevanên binçavkirî peyam: Em dest jê bernedin!
Rojnamevan Omer Çelîk û Metîn Yoksu yên ku ev 13 roj in li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê binçavkirî ne peyam şandin û gotin: “Li gel gefên dîwarên sar ên girtîgehê, em dest ji helwesta xwe ya bi israr û bi biryar bernadin.” -
8 gund û 5 gundikên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan, 8 gund û 5 gundikên din jî ji çeteyan rizgar kirin. -
‘Ji bo hesabpirsînê divê her kes were Parîsê’
Di 4’emîn salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger de wê meşek mezin a protestoyî bê lidarxistin. TJK-E û CDK-F bi bangê ve banga tevlîbûna meşê li her kesî kir. -
Xwendevanên ku polîtîkayên şer ên rejîma AKP'ê protesto dikirin, hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Enqereyê, xwendevanên ku polîtîkayên şer ên AKP/Erdogan protesto dikirin, hatin binçavkirin. -
85 hunermendan li Parîsê piştgirî dan Kurdan
85 hunermendan, ji bo piştgiriyê bidin Kurdan li Parîsê pêşangeha wêneyan vekirin. Hatineyên ji vê pêşangehê wê ji bajarên Kurdan ên bûn hedefa êrîşên qirkirinê bên şandin. -
Kurdistanî bi parlamentera Keskan Andreae re rûniştin
Şandeya Kurdistanî bi wekîla Keskan Kerstîn Andreae re rûniştin. -
Li şeş bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Ji ber operasyonên qirkirina siyasî li şeş bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
'Girtina rojnamevanan li binê çavan rêbazeke cezakirinê ye'
Parêzer Sezgîn Ûçar got, girtina li binê çavan a 6 rojnamevanan, rêbazeke cezakirinê ye. -
KOMAW: Em sibe li Parîsê hesab ji kujeran bipirsin
KOMAW'ê ji ber salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û diyar kir, dewletên Tirk û Fransayê nehiştine komkujî ronî bibe. KOMAW'ê ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.