Akademîsyenên aştîxwaz hatin îxrackirin
Desthilatdariya AKP/Qesrê ya ku cara 3’yemîn dema Rewşa Awarte dirêj kir, bi 3 biryarnameyan ve akademîsyenên ku danezana Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê îmze kirine, îxrac kir.
Desthilatdariya AKP/Qesrê ya ku cara 3’yemîn dema Rewşa Awarte dirêj kir, bi 3 biryarnameyan ve akademîsyenên ku danezana Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê îmze kirine, îxrac kir.
Navê akademîsyenên ku hatin îxraçkirin wiha ne:
Zanîngeha Egeyê: Prof. Dr. Melek Goregenlî, Prof. Dr. Nîlgûn Toker, Prof. Dr. Zerrîn Kurtoglu, Doç. Dr. Asli Davas, Alkr. Doç Lûlûfer Korûkmez, Alkr. Doç.Dr. Hanîfî Kurt, Erkdara Lêkolînê. Cansu Akbaş Demîrel.
Zanîngeha Enqereyê: Prof. Dr. Leyla Işil Ûnal, Doç. Dr. Sevîlay Çelenk Ozen, Doç. Dr. Sûreyya Karacabey, Doç. Dr. Tezcan Durna, Dr. Cenk Yîğîter, Erdara Lêkolînê Bahar Şîmşek, Erdara Lêkolînê. Burçîn Kalkin Kizildaş, Alkr. Doç. Dr. Ozlem Albayrak, Erkdarê Pêrwerdê Hasan Faruk Alpkaya.
Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê: Doç. Dr. Siyaveş Azerî, Alkr. Doç. Dr. Selîm Temo, Alkr. Doç. Dr. Cuma Çîçek, Alkr. Doç. Dr. Îclal Ayşe Kûçûkkirca, Alkr. Doç. Dr. Mesut Keskîn, Erdarê Lêkolînê Ferhat Yilmaz.
Zanîngeha Mûnzûrê: Alkr. Doç.Dr. Gûrçag Tuna, Alkr. Doç. Dr. Ahmet Kerîm Gûltekîn, Erdara Lêkolînê Gûlçîn Karabag, Erdara Lêkolînê. Melek Zorlu, Erdarê Lêkolînê. Onur Ozgûr, Erdarê Lêkolînê Omer Çelebî, Erdarê Lêkolînê Savaş Dede, Erdarê Lêkolînê Adnan Şahin.
GOREGENLÎ: BIJÎ JIYANA Û AŞTÎ
Melek Goregenlî piştî fêm kir ku ji wezîfeya xwe hatiye îxrackirin, li ser hesabê Twitterê daxuyanî da û got; “Xwendevanên min, ti carî xwe aciz nekin. Em ê dersên xwe bidomînin, dibistan nabe, li her derê dibe, bijî jiyan û aştî. Em ê dîsa bixebitin, bikenin, wek dersa me ya dawî ya duh, em ê dîsa fêr bibin. Ez ê keda xwe ya 30 salan a li wê zanîngehê bi berxwedanê bistînim, bêhêvî nebin.”
Selîm Temo yê hat îxrackirin jî got, “Ez bi biryarnameyê ji zanîngehê hatime îxrackirin. Ji ti kesî ne çêtir im. Berxwedan jiyan e!”
Cûma Çîçek jî piştî hat îxrackirin, ji ber peyamên piştgiriyê spasiyên xwe kir û got, “Me aştî pêk nanî. Em bedelê vê didin. Helbet em ê rêkên nû bibînin, bi hev re.”