Li gor nûçeyên WDR, NDR û Suddeutsche Zeitung, hemwelatiyekî Pakîstanê yê 31 salî ku li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Berlînê tê darizandin, ji bo Îranê îstîxbarat kom kirine û ev jî bi armanca sûîqestê ye.
Li gor îdîayê, hemwelatiyê Pakîstanê yê Tîrmeha 2016’an li Bremenê hat girtin, der heqê endamê Partiya Sosyal Demokrat Reînhold Robbe ku serokatiya dezgeha bi navê Koma Îsraîl a Elmanyayê jî dike, agahiyan kom dike. Her wiha tê îdîakirin ku li dijî Robbe yê ku salên 1994-2005’an endamê Meclîsa Federal a Elman bû, êrîşek tê plankirin.
Li gor îdîanameya Dozgeriya Federal jî, ev kesê ku tê texmînkirin sîxurê Îranê ye, têkîldarî profesorekî ekonomiyê ku li paytexta Fransa Parîsê dijî jî agahiyan kom dike.
Di îdîanameyê de tê gotin ku kesê tê darizandin li gel avahiya Koma Îsraîl a Elmanyayê, profîla ku Reînhold Robbe diçûyê jî derxistiye, vê jî wek armanca sûîqestê dinirxînin.