8 gund û 5 gundikên din jî hatin rizgarkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan, 8 gund û 5 gundikên din jî ji çeteyan rizgar kirin.

Pêngava duyemîn a operasyona rizgarkirina Reqayê didome. Şervanan ku 31’ê Kanûnê ji başûrrojavayê Eyn Îsa wek du baskan ketibûn nav liv û tevgerê, ji duh êvarî ve gundên bi navê Nasiriye, Um Hecera, Bir Erdarî, Tellac û 4 gundên ku navê wan nehat diyarkirin û 5 gundik ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Hat ragihandin ku di şer de gelek çete hatine kuştin.

Dîsa vê sibehê piştî ku Kelha dîrokî ya Caberê hat rizgarkirin, şervanên Odeya Çalakiyan berê xwe dan gundê Suwediya Rojava  û li vir şerê dijwar rû dide. Her çiqasî agahiyên berfireh nehatibin girtin jî, hat diyarkirin ku gelek çete hatine kuştin.