BI DÎMEN

Cansiz û hevalên wê li Kerkûkê hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi aktivîteyekê hatin bi bîr anîn.

Di aktîvîteyê de ku ji aliyê Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) ve hate organîzekirin, hat diyar kirin ku wê heta serkeftinê têkoşîna Cansiz û hevalên wê bidomînin.

Di aktivîteyê de endama Meclîsa RJAK'ê Perwîn Hesen axifî û destnîşan kir ku Cansiz di tevahî jiyana xwe ya têkoşînê de di her şert û mercan de, li kû dibe bila bibe her tim rola pêşengtiyê kiriye.

Hesen di dewam axaftina xwe de wiha got: "Sakîne Cansiz hê di temenê xwe yê biçûk de tevlî têkoşîna tevgera azadiya Kurd dibe. Di nava malbatê de destpê kir û di nava refên partiyê de dewam kir. Di tevahî jiyana xwe ya têkoşînê de jinek şoreşger bû. Ji girtîgehê bigire heta xebatên siyasî; dîplomasî û qadên îdeolojîk û bi têkoşîna xwe ya di nava têkoşîna azadiya jinê de bû mînak û pêşeng.

Yek ji pêşenga girtîgehê bû. Li dijî her cure polîtîkayên teslîmgirtin û êrşkenceyê li ber xwe da û bê ku kêliyekê bê dûdilî bijî têkoşîn mezin û xurt kir.Bi ti awayî dijmin keyfxweş nekir. Tevî hemû zext û êşkenceyên Esat Oktay hevala Sakîne Cansiz tenê gavekê jî bi şûn de neavêt."
di bîranînê de ji bo 3 jinên şoreşger find hatin pêkirin û sînevîzyonekî têkoşîna Cansiz û hevalên wê tîne ziman hate pêşkêşkirin.

Bîranîn bi dawî bûna sînevîzyonê û dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.