Komalên Ciwan: Pêşengiya Kongreya Neteweyî wezîfeya şoreşgerî ya ciwanan e

Komalen Ciwan, diyar kir ku wezîfeya esasî ya welatparêziya ciwanên Kurd, pêşengtiya Kongreya Neteweya Kurd e.

Konseya Rêveber a Komalên Ciwan da xuyakirin ku nirxandina salê kirine û wiha got, “Bê guman e ku hemleya herî girîng a sala 2016’an ji bo ciwanan, bi şîara ‘bi tolhildana şoreşgerî parçe bike dagirkerî’ ve lidarxistina 5’emîn Kongreya Komalên Ciwan e.”

04Hat diyarkirin ku di civîna Komalên Ciwan de plansaziya sala 2017’an hatiye kirin û wiha hat gotin, “Di civîna me de biryarbûna têkoşîna ku wê li dijî faşîzmê encamek teqez bi dest bixe çêbûye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Civîna bi atfî hevalên me Serhildan Garzan (Zehra Eplî) û Hêmin hatiye lidarxistin” û wiha dewam kir:

“Hevala Serhildan; di encama kemînek çeteyên TC de dîl hatiye girtin û demali girtîgeha Gebzeyê dîlgirtî bû, agir berdaye laşê xwe û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê çalakiyek fedaî li dar xistiye. Hevalê Hêmin jî li dijî rejîma Mela ya Îranê berxwedanek mezin nîşan daye û gavekê jî ji sekna şoreşgerî bi şûn de nesekiniye. Rejîma Îranê nikarîbû îradeya hevalê Hêmin bişkîne, bi darvekirinê ve hewl daye bedena wî teslîm bigire.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de ciwanên Kurdistanî, ji her gencekî ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide bûye çavkaniya îlhamê û wek PKK’iyê herî ciwan di serî de Rêbertiya ciwanan e û wiha hat gotin, “Ciwanên Kurdistanî, li ser vî esasî hêza fedaî ya Rêber Apo ye û fedaîtiya xwe jî di her şert û mercî de bi taybet bi têkoşîna dîrokî û destanî ya sala 2016’an nîşan daye.”

‘CIWANAN DEWLETÊN DAGIRKER HEJANDIYE’

Komalên Ciwan diyar kir ku hemleya herî girîng a sala 2016’an ji bo ciwanan, bi şîara “bi tolhildana şoreşgerî parçe bike dagirkerî” ve lidarxistina 5’emîn Kongreya Komalên Ciwan e û wiha dewamî dayê; “Têkoşîna ku li ser esasê ruhê Apoyî ji Kongreyê derketiye, li dijî eniya faşîst a li cîhanê veguheriye eniyek şoreşgerî û demokratîk. Lewre jî têkoşîna vê pêvajoyê ya ciwanan, wê li dijî tevahî zîhniyeta faşîst, mêtinger, dagirker, nîjadperest û cinsiyetparêz be. Li ser vî esasî, wek Komalên Ciwan, li çar parçe Kurdistan û sehaya Ewropayê hedef kiriye ku li ser bingehê neteweya demokratîk, eniyek şoreşgerî bi pêş bixe û bi pêşengtiya vê jî di serî de ciwanên Kurdistanê, ciwanên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi rêxistin bike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ciwanên Kurd sala 2016’an dewletên mêtinger faşîst hejandiye, hat destnîşankirin ku di civînê de têkîldarî rol û bandora diyarker a ciwanan a di têkoşîna azadiyê de nirxandin hatine kirin.

Komalên Ciwan, berxwedana ku sala 2016’an li bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ji hêla ciwanên Kurd hatine bipêşxistin bi bîr xist, diyar kir ku pêşketina herî mezin a mohra xwe li Bakurê Kurdistanê xistiye, berxwedanên xwerêveberiyê ne ku bi pêşengiya ciwanan pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ciwanan bi pêşengiya YDGH’ê de di berxwedanên xwerêveberiyê de cihê xwe girtine, hat destnîşankirin ku yekane rojeva ciwanên şoreşger mezinkirina berxwedanê ye û ji Bakurê Kurdistanê qewitandina faşîzmê ye.

Komalên Ciwan diyar kir ku di çarçoveya pêdiviyên hemleya şoreşê de tevgera ciwanên şoreşger hatiye damezirandin û biryardariya serkeftina têkoşînê derketiye holê, wiha dewam kir; “Pratîka sala nû ya ciwanên Bakur bi rêxistinbûyina topyekun, tevlîbûna topyekun û çalakiya topyekun ve bûyina perspektîfa şoreşê ye.”

‘DAMEZIRANDINA FEDERASYONA CIWANÊN SÛRIYEYA DEMOKRATÎK WEZÎFEYEK ESASÎ YE’

Di daxuyaniyê de li ser rola ciwanan a ku li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatiye meşandin jî hat rawestandin û hat gotin ku wezîfeya herî mezin a niha damezirandina federasyona ciwanên Sûriyeya demokratîk e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “li dijî tevahî êrîşên tarî yên ku dewletên mêtinger ji bo fetisandin an jî kontrolkirina şoreşa Rojava pêk anîne, xebatên avakirina sîstema neteweya demokratîk a ciwanan encamên girîng bi dest anîne. Bi taybet jî ber bi dawiya salê ve ciwanên Ereb li gor xweseriya xwe rêxistineke ku dikarin xwe bi rêxistin bikin saz kirine û hem di şexsê YPG/YPJ’ê de hem jî di saziyan de bi tevlîbûnek xurt beşdarî sîstema neteweya demokratîk bûne. Ev di avakirina modelek alternatîf a Rojhilata Navîn de bûye mînak. Dîsa, pêwîst e ku tevahî ciwanên şoreşger enternasyonal jî bi ezmûn, coş û têgihiştina ku ji şoreşa Rojava digrin bikin bingehekî ku karibin bigihînin cîhanê û vê xurt bikin. Rojava, wek Fîlîstîneke demekê, xwedî potansiyel e ku bibe navenda ciwanên şoreşger” û hat destnîşankirin ku êdî Federasyona Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ji bo ciwanan pêdiviyek e.

Hat ragihandin ku di sala 2017’an de rêxistinbûyineke ku ciwanên Ereb, Kurd, Tirkmen, Asûrî, Suryanî, Êzîdî tê de cih bigirin, wê xwedî nirxekî dîrokî be.

Komalên Ciwan îfade kir ku xebatên li Başûrê Kurdistanê ji bo bingehê kongreya neteweyî kêm dimînin, diyar kir ku pêwîst e ciwanên Kurd sala 2017’an 4’emîn Konferansa xwe ya Neteweyî li dar bixin û pêşengiyê ji kongreya neteweyî re bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ciwanên Başûrê Kurdistanê di salekê de astek rêxistinbûyinê bi dest anîne û got, “Wek Komalên Ciwan, em li ser vî esasî bang li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin ku 4’emîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanan kom bikin.

Hat destnîşankirin ku divê li Rojhilatê Kurdistanê rêxistinbûyin hê bi pêş bikeve. Hat destnîşankirin ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştine astek girîng a çalakbûyinê. Hat gotin ku desteka ji bo berxwedana xwerêveberiyan û çalakiyên azadiya Ocalan mohra xwe li salê dane.