ÎHD'ê hişyarî da: Her ku diçe rewşa Acar ê girtî xedar dibe!

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Şaxa Stenbol, daxwaz kir ku girtiyê nexweş Suleyman Acar ê her ku diçe nexweşiya wî xedar dibe bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxê Stenbolê li Qada Galatasarayê cara 250'emîn bi çalakiya Tîpa F ve ji bo girtiyên nexweş çalakî hat lidarxistin Di çalakiya de ku pankarta "Bila girtiyên nexweş bên berdan" "Tecrîd dikuje piştgirî dide jiyankirin" hate vekirin dirûşmên "Mirov bi mafen xwe ve mirov e" "Bila Ahmet Turk bê berdan" "Bila Suleyman Acar bê berdan" hatin berzkirin.

'DI OPERASYONA GIRTÎGEHÊ DE BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ'

Parazvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Suleyman Acar ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê dimîne. Di çalakiyê daxuyanî ji aliyê endamê ÎHD'ê Umît Sezer ve hat dayîn. Sezer anî ziman ku Acar di operasyona 1996'an li dijî girtîgehan hat kirin de li Girtîgeha Umraniyeyê dima bi giranî birîndar bû û wiha axivî: "Demeke dirêj di komayê de maye, ji ber ku serê wî şikestiye ji serê xwe gelek caran emeliyat bûye. Bi emeliyetê platîn xistine serê wî. Ji ber van emeliyat nexweşiya epîlepsiyê ketiye. Dîsa ji pişta xwe û hemoroîdê emeliyat bûye. Ji ber şert û mercên girtîgehê jî nexweşiya dil û hîpertansiyonê pêre derketiye."

'JI BER PLATÎNÊ DI SERÊ WÎ DE MR NAYÊ KIŞANDIN'

Sezen da zanîn ku beriya çend mehan ji ber nexweşiya dil Acar rakirine nexweşxaneyê û beriya du hefteyan jî ji ber hîpertansiyonê ji bevilê wî xwîn hatiye. Sezer destnîşan kir ku ger ji bevilê Acar xwîn nehata wê xwîn biçûya li ser mejiyê wî û wiha got: "Acar rojê 10 dermanan bi kar tîne û 3 xwîşkên wî jî ji ber tansiyon û pençeşêrê mirine. Ji ber platîna di serê Acar de MR nikare bê kişandin."

Sezer got ku şertên nebaş ên girtîgehê, pêkûtî û şîdet jî nexweşiyan zêde dike. Sezer herî dawî wiha got: "Mafê tendirustiyê û mafê jiyanê ya girtiyên nexweş ji destên wan tên gritin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Divê Suleyman Acar bê berdan."