Li girtîgehan sehkirina di halê tazî de, tundiya fizîkî, sînordarkirina mafan, tacîz û hwd. didomin. Agahiyên dawî yên ku ji girtîgehên Êlih, Mêrsîn, Mêrdînê û Sêrtê tên, nîşan dide ku ev polîtîkayên li girtîgehan bi fermana rejîma AKP/Qesrê pêk tên. Girtî û malbatan li dijî vê rewşa ku ewlekariya wan a jiyanê dixe talokeyê banga bihîstyariyê li raya giştî kirin.
ÊLIH
Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman Gîresûn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Rihayê dimîne, dema ku bi malbata xwe re hev dîtin got li koxuş, tiwalet û serşoyan kamera hatine danîn û ew têne tacîzkirin.
Gîresûn got, “Em Ozgurlukçu Demokratîk û Rojeva Medya dixwazin lê rêveberiy girtîgehê nade” her wiha hevdîtina wan 10 deqe a bi telefonê ya heftiyê carekê tê sînordarkirin.
Hamza Çîçekî yê ku li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê” hat girtin, bi rêya parêzerê xwe serî li Şûbeya ÎHD’ê da û diyar kir ku ew 35 roj in li Girtîgeha Silîfke di şaneyekê tê girtin. Çîçekçî diyar kir daxwazên wan ên rojnameyê, kurkirina rih û por, derketina cihê hewastînê, çixare, ava germ û çay bi cih nayên.
Li Girtîgeha Mêrdînê jî mafê girtiyên siyasî têne sînordarkirin, bi ser de leşker û gardiyan bi ser koxuşan de digirin û dest li ser pênûs, defter, pirtûkan danîne. Li ser jinan jî di bin navê sehkirinê de wan rencîde dikin.
ÎZMÎR
Girtiyên Siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga a Izmîrê jî diyar kirin ku êşkenceyê li wan dikin û ji bo vê jî gilhê gardiyan û midûrê girtîgehê kirin. Di daxwaznameyê de girtiyan bi rêya parêzerên xwe bi sedema ku “peywira xwe bi nebaşî bi kar tînin” û “êşkenceyê dikin” li Dozgeriya Komarê ya Alîagayê giliyê berpirsyaran kirin.
SÊRT
Li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê jî ku nû vebûye, diyar bû ku serê girtiyên siyasî zelût dikin, li gorî rengên cihê têne senifandin, saetên wan ên hevdîtinê anîne 15 deqeyan û êşkenceya fizîkî li wan tê kirin.
Malbatên girtiyên bi navê Mehmet Aşkara û Refîk Kaçar diyar kirin ku bi Rewşa Awarte re li girtîgehan zext û zordarî zêde bûne û gelek maf têne binpêkirin.
Li gorî agahiyên ku birayê Mehmet Aşkara, Omer Aşkara dayî dema hevdîtinê hatiye kêmkirin, firaxên ku ji wan re dibin radestî wan nakin, li girtîyan ferz kirin ku hemû pora xwe zelût bikin, tundiya fizîkî li ser wan heye û her wiha bi rewşeke tazî wan tazî dikin.