Xwendevanên ku polîtîkayên şer ên rejîma AKP'ê protesto dikirin, hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Enqereyê, xwendevanên ku polîtîkayên şer ên AKP/Erdogan protesto dikirin, hatin binçavkirin.
Li Zanîngeha Enqereyê, xwendevanên ku polîtîkayên şer ên AKP/Erdogan protesto dikirin, hatin binçavkirin.
Xwendevanên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, xwestin polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê protesto bikin. Xwendevanan pankarta, “Yên li hundir û derve şer berfireh dikin, berpirsê van bombeyan e. Em ê rê nedin şerê Qesrê!” daliqandin.
Gelek xwendevan, bi hinceta vê pankarta navborî hatin binçavkirin û birin qereqola polîsan.
Polîsên Tirk ên ketin hundir, bi xeber û gotinên zayendperest çûn ser xwendevanan û ew derb kirin.