DYA: Payebilindê DAÎŞ’ê li Reqayê hat kuştin

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi navê Xezeba Firatê li ser Reqayê tê lidarxistin bi serkeftî dewam dike, hat ragihandin ku yek ji pêşengên çeteyan Mahmûd El Îsavî di êrîşên hewayî de hatiye kuştin.

Hat gotin ku Îsavî 31’ê Kanûnê di bomberdûmanên Koalîsyona Neteweyî de ku li dijî Reqayê pêk tîne, hatiye kuştin. Li gel vî, tê texmînkirin hejmara payebilindên çeteyan ên ku sala 2016’an di êrîşên hewayî de hatine kuştin gihiştiye 16’an.

Hat diyarkirin ku El Îsavî yê li Reqayê hat kuştin berpirsê çeteyan ê karûbarên darayî, sîxurtî û propagandayê bû.