Li şeş bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Ji ber operasyonên qirkirina siyasî li şeş bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Li Amed, Aydin, Semsûr, Elezîz, Riha û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

AMED

Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer, ku di 26'ê Kanûnê de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî 11 rojan birin nexweşxaneyê ji bo kontrola tenduristiyê û dûre sewqî edliyeyê hate krin. Dozgeriya Tirk jî bi daxwaza girtinê Suer radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Pasûrê kir. Dadgeriya Tirk jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" biryara girtina Suer da.

AYDIN

Li navçeya Efeler a Aydinê danê sibehê polîsan avêtin ser malan û 10 kesên di nava wan de rêveberên HDP’ê jî hene, parvekirinên wan ên li ser tora civakî hincet hatin nîşandan û hatin binçavkirin. Li malên ku lêgerîn hatin pêkanîn polîsan dest danîn ser bîlgîseyar û telefonan. Hat zanîn 10 kesên hatin binçavkirin birine Midûryeta Polîsan a bajar.

SEMSÛR

Li navend û navçeya Samsat a Semsûrê jî 3 roj berê 5 kesên ku ji aliyê jendermeyan ve hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kesên bi hinceta li ser tora civakî "propagandaya rêxistinê" kirine ji aliyê dozger ve îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê ewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî welatiyên bi navê E.B. û H.T. serbest berdan û O.B., Î.H.D. û A.R.Y. jî bi heman îdîayê girtin. Welatiyên hatine binçavkirin şandin Girtîgeha Tîpa E a Semsûrê.

ELEZÎZ

Di çarçoveya operasyona ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê Elezîzê ve hatiye destpêkirin, li navend û navçeyên bajar polîsan di saetên serê sibê de biser malan de girtin. Hevseroka HDP’ê yê Zarpêtê Ayfer Yilmaz, Rêveberê Navenda navçeyê yê HDP’ê Nîhat Akdemîr, Hevserokê berê yê DBP’ê Turan Çelîk û 15 kesên ku navê wan ne hatin zanîn û bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kirine" der barê wan de biryara binçavkirinê hebû hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a bajar.  Hat zanîn kesekê ku derbarê wî de biryara binçavkirinê heye tê lêgerîn.

RIHA

Piştî êrîşa li navçeya Beşîktaş a Stenbolê di çarçoveya operasyonên binçavkirinên ên li dijî HDP û DBP’ê hatine destpêkirin de li Rihayê nêzî 250 kes hatibûn binçavkirin û koma ji 65 kesî pêk tê derxistin dadgehê. Ji 24 kesên ku di 24’ê Kanûnê de sewqî dadgehê hatin kirin 3 kes, ji 39 kesên di 3’ê Çileyê de sewqî dadgehê hatin kirin 13 kes, ji 42 kesên di 4’ê Çileyê de sewqî dadgehê hatin kirin 18 kes bi îdîayên "endamên rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.

Duh jî koma ji 65 kes pêk tê ku di bin çavan de ne piştî 24 rojan sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî dozger îfadeyên wan girtin 30 kes bi şertê kontrola edlî berdan. Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn, Hevşaredarê Hewengê Zeynel Taş, welatiyên bi navê Fatma Dogan, Celal Babacan, Mahmut Yaşar, Îbrahîm Halîl Dodanli, Muzaffer Akcan, Halîl Akbaş, Sedat Çelîk, Servet Kaplan, Salîh Korkmaz, Mazlum Gençdal, Mustafa Çîçek, Kemal Aktaş, Serhat Kaplan, Delîl Yaguş, Îbtahîm Ozturk, Halîme Ata, Salîh Karadag, Remziye Karadag, Mahmut Arikan, Îsmaîl Kahraman, Denîz Kîp, Mahmut Kîp, Şeyhmus Çakirtaş, Hîznî Kiliç, Mehmet Alî Aslan, Halîl Yaman, Caner Can, Cîhan Delîktaş, Şeyhmus Dîk, Dervîş Konur, Gulten Ceylan, Mehmet Alî Kipçak û Bazo Yilmaz ên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. 35 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.

STENBOL

Piştî êrîşa li Beşîktaşê di çarçoveya operasyona binçavakirinê ya li dijî endam û rêvebirên HDP’ê de 13 kesên hatibûn binçavakirin piştî 24 rojan sewqî dadgehê hatine kirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin dozger bi daxwaza girtinê ji 13 kesên sewqî dadgehê hatin kirin Cenap Balli, Gokhan Karza, Muhacîr Îlhan, Kemal Kablan, Ramazan Îpek û Fadîme Karabulut Akdag serbest berda û welatiyên bi navê Cuma Alî Akdag, Serhat Elma, Ferhat Yildiz, Gazî Aydemîr, Kiyasettîn Kurt, Hasan Teymur, Serkan Yilmaz jî bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" girt.