Bi hinceta parvekirinên li ser medyayên civakî bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin

AKP/Qesr, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Îro jî bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî operasyonên binçavkirinê hebûn. Li gelek bajaran, bi dehan kes ji ber parvekirinên li ser tevnên civakî hatin binçavkirin û girtin.

AYDIN

Li navçeya Efeler a Aydinê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin û 10 kesên di nava wan de rêveberên HDP’ê jî hene parvekirinên wan ên li ser tora civakî hincet hatin nîşandan û hatin binçavkirin. Li malên ku lêgerîn hatin kirin, polîsan dest danîn ser kompîter û telefonan. Hat zanîn 10 kesên hatin binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a bajar.

SEMSÛR

Li navend û navçeya Samsat a Semsûrê jî 3 roj berê 5 kesên ku ji aliyê jendermeyan ve hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kesên bi hinceta li ser tora civakî “propagandaya rêxistinê” kirine ji aliyê dozger ve îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî welatiyên bi navê E.B. û H.T. berdan û O.B., Î.H.D. û A.R.Y. jî bi heman îdîayê girtin.

Welatiyên hatine binçavkirin şandin Girtîgeha Tîpa E a Semsûrê.

XARPÊT

Di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê de, li navend û navçeyên bajar polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin. Hevseroka HDP’ê yê Xarpêtê Ayfer Yilmaz, Rêveberê Navenda navçeyê yê HDP’ê Nîhat Akdemîr, Hevserokê berê yê DBP’ê Turan Çelîk û 15 kesên ku navên wan nehatin diyarkirin, bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirine” û der heqê wan de biryara binçavkirinê heye hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a bajar.

Hat diyarkirin, li kesekî digerin ku der barê wî de biryara binçavkirinê heye.

AMED
Danê sibehê polîsên Tirk li navçeya Rezan a Amedê bi ser navnîşanên cuda de girtin. Di serdegirtinan de ku deriyên malan hatin şikandin, rêveberên berê yên DBP’a Amedê Sadrettîn Aslan û Salîh Aslan, li gel xizmên xwe Aygul û Menaf Aslan hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku tîmên Tirk bi derbkirinê mirov binçav kirine, hat gotin ku der barê kesên binçavkirî de îxbar heye.

SÊRT
Endamê Meclîsa Giştî ya DBP’ê ya Bajêr Mehmet Seven ê ku beriya du rojan li navçeya Misirc a Sêrtê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, duh êvarî bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” ji hêla Hakimtiya Sûlh Ceza ya Misircê hat girtin.

Her wiha, navên 47 girtiyên ku duh danê sibehê ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî Wan û Bedlîsê hatine kirin diyar bû.

Navên girtiyan wiha ne:
“Girtîgeha Tîpa T a Wanê; Zahîr Taşçi, Erkan Sahat, Mehmet Engîn, Omer Koç, Kasim Daşçi, Mehmet Şîrîn Altan, Nûrettîn Elçî, Mûhîttîn Ûlû, Omer İnan, Bîlal Aydin, Mertûş Elîk, Adem Şîlî, Dundar Akan, Ayatûllah Odumlu, Yakûp Gundogan, Mehmet Mujdat Gundogan, Mehmet Emîn Aksû, Abdûlhadî Ete, Serhat İlhan, Orhan Altintaş, Omer Yilmaz, Beşîr Ekîncî, Abdûlazîz Baran, Kemal Cengîz, Sabrî Çîftçî, Mesût Erdogan, Riza Kapazan, Bedran Altinç, Osman İbek, İhsan Erdemcî, Mûhsîn Erdemcî, Seyît Karahan, Osman Aydin, İhsan Gulmak, Delîl Elmas, Edîp Elmas.

Saziya Înfazkirina Ceza ya Ewlehiya Zêde ya Wanê: Ridvan Ûlûsal, Azad Altintaş, Zinar Çetîn, Berzan Guneş, Abdûllah Ogûz, Yilmaz Karasû, Ferhat Şahîn Eryilmaz

Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê; Abdûlselam Kayran, Mûsa Sevgîn, Mehmet Beytekîn, Rezzan Damar.”
ANTALYA
Li dijî xwendevanên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê jî bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî operasyon pêk hatin û 4 xwendevan hatin binçavkirin. Hat gotin ku Sadik Altûnoz ê binçavkirî di çarçoveya lêpirsînek Hatayê de hatiye binçavkirin û qedexeya 5 rojan a dîtina parêzer heye. Endamê Genç-Senê Mehmet Serîn û 2 xwendevan jî ji hêla polîsên ku çûne fakulteyê hatine binçavkirin.

Hat diyarkirin ku xwendevan bi hinceta ku bi parvekirinên li ser medyaya civakî heqaret li Serokkomar kirine hatine binçavkirin.

Li navçeya Kûmlûca ya Antalyayê jî pêr 3 kes bi hinceta parvekirinên li ser tevnên civakî bi serdegirtinên malan hatin binçavkirin. Piştî karûbarên li emniyetê kesek hat berda Mehmet Emîn Kaya û hevjîna wî Fatma Kaya sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji hevjînan M. Emîn Kaya hat girtin, Fatma Kaya hat berdan.