Li Amed û Îzmîrê çalakiyên edaletê

Li Amed û Îzmîrê malbat û parêzvanên mafê mirovan, ji bo kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine nebedîkirin û qetilkirin vê hefteyê jî di nava çalakiyan de bûn. Li Amedê aqûbeta Mûstefa Aydin, li Îzmîrê jî ya Fetîh Yildirim hate pirsîn.

Eendamên Komelaya Mafê Mirovan a Şaxê Amedê û xizmên nebediyan çalakiya ku her hefteyê bi dirûşma "Nebdî bên dîtin, faîl bên darezadin" li dar dixin vê hefteyê çalakiya 413'emîn li dar xistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê û şaxa MEYA-DER’ê ku bi BHQ hatî girtin jî piştgirî dan çalakiya xizmên nebediyan. 

Xizmên nebediyan di hefteya 413’an de pirsa Mustafa Aydin ku 4’ê Kanûna 1994’an li noqteya qontrolê ya Dêrîkê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û êdî tû agahî jê ne hat girtin kirin. Endamê Lijneya Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û got ku berpirsyarê qetilkirina windayan û kesên li heremê bîrên asîtê de hatî winda kirin dewlet e. 

Orhan balkişand li ser bi rêya BHQ'ê mohr kirina Komaleya Roboskî-Der’ê û wiha axivî: “Cihê ku kujerên komkujiya Roboskî bê aşkere kirin, komaleya ku malbatên Roboskî tekoşînê didin îro tê girtin û ev yek nayê qebûlkirin. Keda dewletê ne parastina kujeran e. Em li hember van kiryaran bêdeng namînin, li kujeran bigerin.”

Piştre endamê Lijneya Nebediyan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Mûstafa Aydin xwand. Yalçin diyar kir ku piştî şerên di sala 1992’an de li gundê Dûmanli ya Dêrîkê Mûstafa Aydin bu hedefa Mûsa Çîtîl û wiha pê de çû: “Mûstafa her tim rastê gefên Mûsa Çîtîk dihat. Gelek caran Mûsa Çîtîl ew derb jî kiribû. Ji beriya winda bûna Mûstafa 2 mehan, şevekê hat binçavkirin û piştre hat berdan. Demekê li Rihayê ajokarî kir û roja vegeriyayî gund, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin.”

Yalçin diyar kir ku cenazeya Mûstafa Aydin li ser rêya Dêrîk û Şemrexê di wesayitek de hat dîtin û wiha berdewam kir: “Bavê Mûstafa jî li ser buyerê giliyê Serdozgeriya Şemrexê kir. Vê carê bavê Mûstafa rastê gefên Mûsa Çîtîl tê. Di sala 2012’an de ji aliyê Serdozgeriya Mêrdînê ve Mûstafa Aydin jî navde qetilkirina 13 kesan de derbarê Mûsa Çîtîl de lêpirsîn hat vekirin. Doza ku Dadgeha Cezayên Giran a 2 emîn a Çorumê hatî dîtin Musa Çîtîl beraat kir.”

Piştî çîrokê bi rûniştina 5 deqeyan çalakiya Xizmên nebediyan dawî bû. 

ÎZMÎR

ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya du hefte carekê ya ji bo nebediyan pêktînin vê hefteyê li ber Sumerparka Kevn pêk anîn. Di çalakiya endamên ÎDH’ê tevlî bûyîn de pankarta “Nebedî diyarin kujer li ku ne?” hat vekirin. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek axivî. Çîçek, diyar kir ku di saetên destpêkê yên sala nû de li Reînayê li Stenbolê êrîşek çekdarî ya ku DAIŞ’ê girt ser xwe hat pêkanîn û wiha got: “Di êrîşê de 38 sivîlan û polîsekê jiyana xwe ji dest da. Beriya du rojan li ber Dadgeha Bayrakliyê êrîşek din pêk hat. Di êrîşê de polîsek û 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. Em van êrîşan şermezar dikin. Em dizanin ku di demên wiha yên Rewşa Awarte de çareserî pêk nayên berevajî vê nexweşî derdixevin holê. Di demên demokrasî, mafê mirovan û hiqûq neyî de şidet û bêdadî dikeve welat. Em di roja me ya îro de vê dibînin. Destpêkê divê îktîdara siyasî, çapemenî û hemû aliyên din dest ji zimanê cudakarî, wêdedanê berdin û em bangan bi berpirsyarî tevgerînê li her kesî dikin.”

FETHÎ YILDIRIM LI KÛ YE?

Çîçek, bi lêv kir ku demên wiha di salên 90’î de li rojhilat û başûrê herêmê hatine jiyîn û wiha axivî: “Di vê demê de gelek kes di bin çavan de hatin nebedîkirin û gelek bêhiqûqî hatin jiyîn. Mînak di salên 92-94’an de di nava vê hefteyê de Abdullah Bûlûter, Sadik Ekîn,Ahmet Şayik, Mehmet Omeroglû, Ahmet Şen, Alî Mûldûr, Bedrî Berek, Benîşto Oner, Fethî Yildirim, Îlhan Bîlîr, Omer Sulmaz, Ramazan Bîlîr, Ramazan Ozalp û Sidika Dal 14 kes hatin windakirin.”
Di çarçoveya çalakiyê de aqûbeta Fethî Yildirim ê di 4’ê Çileya 1994’an de li Wêranşarê hat binçavkirin û carek din agahî jê ne hat girtin hat pirsîn.