Li Iraqê krîza girtîgehan: Hejmara girtiyan du qatî kapasîteyê ye

Wezîrê Edaletê yê Iraqê Halid Şivanî diyar kir ku di 31 girtîgehên li seranserê Iraqê de 65 hezar girtî hene û girtîgeh ji sedî 200 tije bûne.

Şivanî ji Associated Pressê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Dema me dest bi kar kir rêjeya tijebûna girtîgehan ji sedî 300 bû; me di nava du salan de daxist ji sedî 200’î. Armanca me ew e ku em heya sala bê vê daxînin standartên navneteweyî.’’

Di çarçoveya yasaya efûya giştî ya meha Çileyê de ji girtîgehên girêdayî Wezareta Edaletê 2,118 girtî hatin berdan. Lê belê rêxistinên mafên mirovan bi fikar in ku madeyên efûyê wê ji bo sûcdarên gendelî û terorê jî derbasdar bin.

Halid Şivanî destnîşan kir ku girêdayî çareserkirina pirsgirêka kapasîteyê wan çar girtîgehên nû çêkirine û şeş jî mezin kirine. Her wiha têkildarî radestkirina bi sedan DAÎŞ’îyên biyanî yên girtî jî hevdîtinên li gel welatên cuda berdewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Iraqê cezayê îdamê di çarçoveya yasaya efûyê de hatiye sekinandin.