BI DÎMEN

‘Ji bo hesabpirsînê divê her kes were Parîsê’

Di 4’emîn salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger de wê meşek mezin a protestoyî bê lidarxistin. TJK-E û CDK-F bi bangê ve banga tevlîbûna meşê li her kesî kir.

 

Li paytexta Fransa Parîsê di 4’emîn salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger de ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9’ê Çileya 2013’an hatibûn qetilkirin, wê meşek mezin a protestoyî bê lidarxistin. Ji berdevkên TJK-E  Zozan Serhed û Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol,  banga tevlîbûna meşê li her kesî kirin û gotin ji bo hêzên piştî vê qetlîamê bên ronîkirin divê tevahî Kurd sibehê werin Parîsê.

Berdevka TJK-E Zozan Serhed, diyar kir ku pey dozê bernedin û wiha axivî; “Wek jinên Kurd heta niha em bêdeng neman. Ji niha û şûn de jî em ê bêdeng nemînin. Em ê dengê xwe bigihînin rayedarên Fransî. Berpirsê vê qetlîamê ne tenê yek kes e, hevkarên wê Fransa û Tirkiye ne. Ji ber vê jî sibehê em giştî Kurd li Parîsê bin, hesab bipirsin. Ji ber vê jî em bang li jinên Kurd û gelê xwe dikin ku werin Parîsê.”

Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol jî destnîşan kir ku bi mirina Omer Guney ve dixwazin dawî li dozê bînin û wiha dewam kir; “Wek gel em pey vê dozê bernedin. Ji bo hesabpirsîna ji qatil û berpirsan, ji bo em dozê nedin jibîrkirin, em bang li her kesî dikin ku sibehê tevlî meşa li Parîsê bibin.”