BI DÎMEN

85 hunermendan li Parîsê piştgirî dan Kurdan

85 hunermendan, ji bo piştgiriyê bidin Kurdan li Parîsê pêşangeha wêneyan vekirin. Hatineyên ji vê pêşangehê wê ji bajarên Kurdan ên bûn hedefa êrîşên qirkirinê bên şandin.

Li paytexta Fransa Parîsê, bi armanca destekkirina gelê Kurd pêşangehek hat vekirin. Di pêşangehê de 200 berhemên 85 hunermendên ji welatên cuda yên cîhanê hatin nîşandan. Pêşangeh diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate kirin.

Pêşangeh ji aliyê Komeleya Piştgiriyê ya Fransa-Kurdistanê ve li avahiya navendî ya Partiya Komunîst a Fransayê hat organîzekirin û wê heta 16'ê Çileyê vekirî be. Merasîma vekirinê ya pêşangehê duh êvarê bi beşdariya gelek siyasetmedar û nûnerên saziyên Fransaneyê û hunermendên ji gelek welatan pêk hat. Li gel nîşandana 200 berhemên 85 hunermendan, her wiha çanda Kurd jî hate nasandin. Tevî wêneyên YJŞ'yiyên li Şengalê û berxwedana Kobanê, portreyên gelek lîderên mohra xwe dîrokê xistine yên weke Ho Chî Mînh û Ch jî hene.

SYLVÎE JAN: KOMKUJIYEKE POLÎTÎK LI KURDAN TÊ KIRIN

Seroka Komeleya Piştgiriyê ya Fransa-Kurdistan Sylvîe Jan li merasîma vekirinê axivî, bal kişand ser zext û komkujiyên li Kurdan tên kirin û got, "Rastiyên heyî, ji vê salonê gelekî cudatir e. Ji ber ku li Tirkiyeyê komkujiyeke polîtîk a topyekûn tê kirin."

Jan da xuyakirin, li dijî komkujiyan ew ê piştgiriyê bidn gelê Kurd û got, "Me berhemên 85 hunermendan li ser bingeha piştevahiya gelê Kurd li hev civandine. Ev piştgiriya me wê dewam bike. Weke komele me ev pêşanger diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kirin."

TÎGNOÛS: BI DESTEKKIRINA GELÊ KURD RE EM DIKARIN PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BIGIRIN

Hevjîna yek ji xêzkarên Charlîe Hebdo Bernard Tîgnoûs ê di komkujiyê de hat kuştin Chloe Tîgnoûs jî got, "Ji zarokatiyê ve ez piştgiriyê didim gelê Kurd. Em çiqasî vê piştgiriyê xurt bikin, em ê ewqasî jî nehêlin qetlîamker bigihêjin armanca xwe."

Berhemên li pêşangehê wê di 12'ê Çileyê de bên firotin û hatineyên wê jî ji Şirnex, Cizîr, Sûr, û Nisêbînê re bên şandin.