Biryarnameya nû hat weşandin: 83 komale hatin girtin, bi sedan memûr ji kar hatin dûrxistin

Desthilatdariya AKP/Qesrê bi Biryarnameya nû ya Di Hikmê Qanûnê de 83 komale girtin, bi sedan memûr (karmend) ji kar dûr xistin.

Desthilatdariya AKP/Qesrê ku cara 3’eymîn dema Rewşa Awarte dirêj kir, bi biryarnameyek nû gelek memûr ji kar îxrac kir, ji hêla Wezareta Karên Hundir jî 83 komaleyên ku xebatên wan hatine rawestandin, bi fermî hatine girtin.

83 KOMALE HATIN GIRTIN

Di nav van komaleyên navbihurî de Komaleya Mafên Demokratîk a Enqereyê, Komaleya Çand û Piştevaniyê ya Bolûyê, Komaleya Gazîler Halkevî, Komaleya Dîclekent Halkevî, Akademiya Ziman a Ehmedê Xanê, Komaleya Hunerê ya Ayişigi, Komaleya Mala Piştevaniyê, Komaleya Piştevaniya Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirî, Enstîtuya Kurd a Stenbolê, Komaleya Çandê ya Mûnzûrê, Komaleya Klûba Şano û Sporê ya Yenîkapiyê, Komaleya Ciwanên Sosyalîst a Smyrna,Komaleya Çandê ya 33 Duş Yolcûsû, Komaleya Hunerê ya Ayişigi Ekîn, Komaleya Erebên Demokrat, Komaleya Ji bo Roboskiyê Edalet Ji Bo Cihanê Aştî, Komaleya Çandê ya Dersîmê, Komaleya Çandê ya Pilûrê hene.