'Girtina rojnamevanan li binê çavan rêbazeke cezakirinê ye'
Parêzer Sezgîn Ûçar got, girtina li binê çavan a 6 rojnamevanan, rêbazeke cezakirinê ye.
Parêzer Sezgîn Ûçar got, girtina li binê çavan a 6 rojnamevanan, rêbazeke cezakirinê ye.
Ji ber ku maîlên zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê Redhack ve hatin parve kirin weke nûçe weşandin, 6 xwendekar di 24-25'ê Kanûnê de hatin binçavkirin û ji hingî ve di binê çavan de ne.
Midûra Berpirsyar a ETHA'yê Derya Okatan, Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk û nûçegihan Metîn Yoksû, dîrektorê berê yê Dîkenê Tûnca Ogreten, xebatkarê Bîrgunê Mahîr Kanaat û Midûr Karên Nivîsê yê Rojnameya Yolcûlûk Eray Aygin, li Şaxê Têkoşîna li dijî Sûcên Organîzeyî ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên girtin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Ûçar duh muwekîla xwe Okatan dît. Ûçar agahî da ANF'ê û got, "Muwekîlên me ev 13 roj in di binê çavan de ne û hê li ser tiştên ew pê tên sûcdarkirin agahî ne gihîştine ber destê me. Ji bo girtina agahiyan me xwest bi dozgerê lêpirsînê hevdîtinê bikin. Lê belê dozger ji me re got 'ez bi parêzeran re hevdîtinê nakim' û daxwaza me ya hevdîtinê red kir."
Parêzer Ûçar destnîşan kir, ku dema girtina li binê çavan a muwekîlên wan veguheriye rêbazeke cezakrin û got, "Ev yek ne ji bo lêkolînkirina demîlan e. Weke rêbazeke îşknece û cezakirinê bi kar tînin. Mîna dema dirêj a girtinê."
Ûçar da zanîn, muwekîla wan Derya Okatan li dijî kêfiyeta Rewşa Awarte ketiye greva birçîbûnê û li ser rewşa Okatan got, "Her roj kontrola tenduristiyê li muwekîla me Derya Okatan tê kirin. Vîtamîna B1 digire. Cihê lê dimîne ji aliyê tenduristiyê ve nebaş e. Gelekî teng e û gemarî ye. Li cihekî bi vî rengî 5 jin tên girtin. Her çarên din ên li cem wê, kesên ji ber lêpirsîna FETO binçavkirî ne."
Ûçar xwest, muwekîlên wan rojnamevan derhal bên berdan.