KOMAW: Em sibe li Parîsê hesab ji kujeran bipirsin
KOMAW'ê ji ber salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û diyar kir, dewletên Tirk û Fransayê nehiştine komkujî ronî bibe. KOMAW'ê ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.
KOMAW'ê ji ber salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û diyar kir, dewletên Tirk û Fransayê nehiştine komkujî ronî bibe. KOMAW'ê ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW), bi wesîleya salvegera komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê, ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KOMAW'ê di şexê Cansiz Dogan û Şaylemez de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, sîstema bi serdestiya mêr, jinên xwedî vîna azad ên ji bo azadiyê têdikoşin, weke xeteriyek li dijî xwe dibîne, jê ditirse û got, "Hevrê Sakîne, Fîdan, Leyla ji ber ku jinên pêşeng ên tegera azadiyê ya Kurd bûn, bûn hedef. Dewleta Fransayê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî heta niha komkujî ronî nekiriye û bêdeng e. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên salek berê di berxwedana xwerêveberiyê de li Kurdistanê hatin kuştin, şopdarên mezin ên Sakîne Cansizan bûn."
'BAZARÎ Û HEVKARIYA QIRÊJ'
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevî ku di ser Komkujiya Parîsê re 3 sal derbas bûn, tevna siyasî ya vê komkujiyê hê nehatiye ronîkirin. Parîs weke bajarekî cînayetên siyasî lê dibin, tê bîranîn. Tiştekî rasthatinî nîne ku sê şoreşgerên Kurd li vî bajarî hatine kuştin. Eşkere ye ku bi rengekî plankirî hatine kuştin. Di nava demê re têkiliya MÎT a Tirk bi kujer Omer Guney re eşkere bû, lê tevî vê yekê jî dewletên Tirk û Fransayê ji ber bazirganî û hevkariya xwe ya qirêj komkujî ronî nekirin."
KOMAW'ê bal kişand ser mirina kujer Omer Guney beriya destpêkirina rûniştina dozê û da zanîn, mirina kujer mirineke nromal nîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê yekê re yekane faîlê Komkujiya Parîsê beriya destpêkirina dozê hat bêdengkirin. Ev rewş bi rengekî vekirî nîşan dide, komkujî ji aliyê MÎT a Tirk a faşîst û îstîxbarata Fransayê ve hatiye kirin. Lewma hewl didin ser komkujiyê bigirin."
BANG
KOMAW'ê ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê, banga tevlîbûnê li hemû welatparêz û dostan kir. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin "Ji bo em hesab ji kujeran bipirsin, em bang dikin ku bi ruhê serhildanê tevlî meşa protestoyî bibin."