RÊZENIVÎS II

Dosya Berxwedana Kurdan: Dewleta Tirk şer giran kir

Li dijî şerê ku dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê yên Kurdistanê giran kir, Tevgera Kurdan destana berxwedanê nivîsand.

Dewleta Tirk tevî operasyonên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de dest pê kir, êrîşî qadên xwerêveberiyê yên gelê Kurd jî kir û bi vî rengî şer ji nû ve îlan kir. Di vê çarçvoveyê de dewleta Tirk êrîşî Gimgim, Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex û Geverê kir, bi mezinkirina operasyonên tinekirinê re şer giran kir û xwest gelê Kurd û bajarên Kurdan tine bike. Êrîşî xwerêveberiyên Li Dêrik, Kerboran, Şirnex, Farqîn, Baglar, Bismil, Qoser, Sêrt û Wanê kir û bi vî awayî xwest Kurdan tine bike. Li dijî van êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk, gelê Kurd bi berxwedana xwerêveberiyê bersiv da û bi vî awayî daxwaza xwe ya jiyana azad b dengekî bilind nîşan da. Dewleta Tirk tevî hemû derfetên xwe yên teknîkî û operasyonên leşkerî nekarî li pêşberî berxwedana ciwanên Kurd bi ser bikeve.

ŞIRNEX

Hikûmeta AKP'ê ku di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de li gelemperiya Tirkiyeyê bi ser neket, li dijî gelê Kurd ji nû ve şer îlan kir. Di vê çarçoveyê de êrîşî 'Xwerêveberiya Demokratîk' kir ku Meclîsa Gel a Şirnexê di 10'ê Tebaxa 2015'an de îlan kir. Vê êrîşî konsepteke nû ya şer bi xwe re anî. Dewleta Tirk a xwest gelê Kurd tine bike, hewl da têkçûna xwe ya siyasî bi şer tine bike. Berxwedana Şirnexê ya li dijî van polîtîkayên asîmîlasyon û tinekirinê yên dewleta Tirk, di 14'ê Adara 2016'an de derket asta herî bliind û heta 3'ê Hezîrana 2016'an dewam kir. Artêşa Tirk li vê derê derbeke giran xwar û êrîşên xwe yên li dijî gelê sivîl zêde kir.

CENAZEYÊN CIWANÊN KURD BI DÛ PANZERAN VE GIRÊ DAN

Dewleta Tirk piştî êrîşên komkujiyê yên li Cizîr û Sûrê, li Şirnexê jî peyamek da. Dewleta Tirk ku ciwanekî Kurd ê bi navê Haci Lokman Bîrlîk uşt, cenazeyê wî li pişt panzerê ve girê da û bi saetan li nava bajêr bi erdê re kaş kir. Piştî vê êrîşê ciwanên Şirnexî xwe bi rêxistin kirin û li dijî êrîşên dewleta Tİrk li ber xwe dan. Di vê çarçoveyê de, di serî de taxên Yenî, Bahçelîevler, Cûmhûriyet, Dîcle, îsmet û Aydinlikevler, li gelek taxên Şirnexê ciwanên Kurd li dijî hovîtî û barbariya dewleta Tirk bend danîn, xendek kolan û bi mehan li ber xwe dan. Di vê berxwedanê de gelek kuştiyên dewleta Tirk çêbû û dewletê bi mehan hewl da bikeve nava van taxan. Di vê berxwedanê de 587 leşker hatin kuştin û dewleta Tirk bi mehan bi tank û topan bombe li van taxan barand, bi dehan sivîl kuşt û ev herêm hilweşand.

BERXWEDANA BAGLARÊ

Berxwedana Baglarê ya di 5'ê Îlona 2015'an de dest pê kir, di demên cuda de bi şer dewam kir. Dewleta Tirk piştî berxwedana Sûrê êrîşî Baglarê kir û xwest gelê Kurd tine bike. Ciwanên Kurd li vê derê jî bi berxwedanê bersiv dan û derbên giran li dewleta Tirk xistin. Di berxwedana Baglarê de 7 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, 26 leşkerên Tirk hatin kuştin, 22 leşker jî birîndar bûn. Bi dehan maşînên artêşa Tirk hatin rûxandin.

BERXWEDANA FARQÎNÊ

Berxwedana Farqînê di 14'ê Îlona 2015'an de dest pê kir û di 23'ê Mijdara 2015'an de qediya. Piştî komkujî û êrîşên li Sûr û Baglarê, dewleta Tirk êrîşî Farqînê kir. Ciwanên Kurd li vir bi berxwedaneke mezin rabûn û 78 leşkerên Tirk kuştin, 36 jî birîndar kirin. Ciwanan dest danîn ser gelekl malzemeyên artêşa Tirk û 26 maşînên artêşa Tirk rûxandin, derb li 7 maşînan xistin.

BERXWEDANA SÊRTÊ

Berxwedana Sêrtê di Îlona 2015'an de dest pê kir, heta 15'ê Tîrmeha 2016'an dewam kir. Ciwanên Kurd li vê derê di berxwedana xurt de 27 leşkerên Tirk kuştin.

'417 LEŞKER HATIN KUŞTIN'

HPG'ê jî di vê demê de, bîlançoya şerê mehekê yê navbera Tebax-Îlonê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyanya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hat gotin, "Erdogan û hikûmeta AKP'ê, li hemberî daxwaza jiyana di bin sîwana rêveberiya hevpar a demokratîk a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî vîna civakî ya mezin a di hilbijartinan de derket holê, li hemberî hewlanên çareseriyê û nêzîkatiyên samîmî yên Rêber Apo û Tevgera me; ji nû ve şer da destpêkirin û konsepta înkar û tinekirinê ya topyekûn daye meşandin. Di vê pêvajoya ku her şêwe êrîşên faşîzan lê rû didin de, gelê Kurdistanê bi vîna xwe ya azad re xwerêveberiyên xwe ragihand û têkoşîna berxwedanê pêl bi pêl mezin kir.

Di nava meha Îlonê de hemû çalakiyên li hemberî tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo û êrîşên komkujiyê yên li hemberî gelê me; di çarçoveya bersivdayîn û xweparastina li dijî zîhniyeta faşîzan a komkujî û dagirkeriyê li ser gelên bindest ferz dike, hatine kirin.

Di vê çarçoveyê de bîlançoya şerê navbera 25'ê Tebaxê-25'ê Îlonê de bi vî rengî ye:

Êrîş û operasyonên artêşa TC 533, çalakiyên gerîlayên me jî 385 e. Di van çalakiyan de 417 leşker hatin kuştin, 101 polîs, 64 tîmên taybet, 2 pîlot, 2 kontra hatin kuştin, 80 leşker, 44 polîs, 23 tîmên taybet birîndar bûn. Her wiha 3 balafirên keşfê, helîkoptereke skorsky û 2 helîkopterên Kobra ji aliyê hêzên me ve hatin xistin. Di çalakiyên gerîlayên me de 31 maşînên zirxî, 2 tank-toma, 1 termal hatin rûxandin, derb li 25 helîkopterên kobra-skorsky û 60 maşînên zirxî hatin xistin. Yek jê berbaz 2 leşker ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatin girtin û gelek alav û çekên leşkeran hatin desteserkirin."

BERXWEDANA QOSERÊ

Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên tinekirinê de hê zêdegavî kir û vê carê êrîşî navçeya Qoser a Mêrdînê kir. Ciwanên Kurd bersiv dan êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk. Dewleta Tirk li vir jî derb xwar û bi ser neket.

BERXWEDANA WANÊ

Dewleta Tirk vê carê li Wanê 12 ciwanên Kurd di maleke de înfaz kir û ciwanên Kurd li vir jî bi berxwedaneke mezin bersiv dan. Di berxwedana ciwanên Kurd de 24 leşkerên Tirk hatin kuştin, 21 leşker jî birîndar bûn. Li Wanê, ji rêveberên DBP'ê Ahmet Demîragaç û welatiyê sivîl Nacî Acar di 9'ê Hezîrana 2016'an, Vedat Balik jî di 15'ê Îlona 2015'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin.

BERXWEDANA BISMILÊ

Berxwedana Bismilê ku di 6'ê Cotmeha 2015'an de dest pê kir, demeke kurt dwam kir. Ciwanên Kurd di cih de bersiv dan êrîşên dewleta Tirk û li vê derê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a nekarîbû bi ciwanan vê carê hewl da komkujiyê li gel bike. Di vê çarçoveyê de Bîlal Bozkûr, Dogan Înce, Şehmûs Tendurek û ciwanekî navê wî nehat zanîn girt û înfaz kir.

BERXWEDANA DÊRIKÊ

Berxwedana Dêrikê ku di 25'ê Mijdara 2015'an de dest pê kir, heta 3'ê Kanûna 2015'an dewam kir. Dewleta Tirk piştre careke din di 19'ê Sibata 2016'an de êrîş kir û berxwedana duyemîn a Dêrikê dest pê kir. Vê berxwedanê 5 rojan dewam kir. Li vir 9 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di berxwedana Dêrikê de 2 şervanên YPS'ê jiyana xwe ji dest dan.

'NÊZÎ 100 LEŞKER-POLÎS HATIN KUŞTIN'

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bîlançoya şer a meha Mijdarê daxuyanî da û got, "Êrîşên dewleta Tirk, Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên li hemberî tevgera me û gelê me, di meha Mijdarê de hatine şidandin û ji bo bi temamî teslîm bigire, bi awayekî hovane ev êrîş hatine kirin. Tevî şidandina tecrîda li ser Rêberê me, bi zîhniyeteke DAIŞ'î êrîşî şehîdgehên me kirin û xera kirin. Di êrîşên hewayî û bejahî yên li hemberî gerîla de hêzên me qels nekirin, lê ya derb xwar artêşa Tirk bû.

Sekna bi biryar a gelê me ku bi berxwedan û parastinê dimeşîne, li bajarên Kurdistanê li Cizîr, Gever, Silopiya, Şirnex, Farqîn, Nisêbîn, Dêrik û gelek navçeyên din, bûye têkoşîneke ku pêşî li şerê qirêj ê yekîneyên kontra digire."

Li gorî bîlançoya ji aliyê HPG'ê ve hat eşkerekirin, di meha Mijdarê de artêşa Tirk 17 caran operasyonên bejahî, 67 caran êrîşa bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên kobra, 221 caran bi hawan, obus, tank û opan êrîş kir û 82 caran keşf kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî operasyon û êrîşan, gerîlayên me 41 caran çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de 84 leşker hatin kuştin, ku 4 ji wan bi paye ne. 1 polîs, 12 tîmên taybet jî hatin kuştin û 46 leşker birîndar bûn."

BERXWEDANA KERBORANÊ

Berxwedana Kerboranê di 10'ê Kanûna 2015'an de dest pê kir û heta 21'ê Kanûna 2015'an dewam kir. Êrîşên dewleta Tirk ên tinekirinê, piştî Dêrikê vê carê li navçeya Kerboran a Mêrdînê dewam kir. Di berxwedana Kerboranê de 17 leşkerên Tirk hatin kuştin.

BÎLANÇOYA SALA 2015'AN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a sala 2015’an bi daxuyaniyekê eşkere kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji aliyê Rêber Apo di 21’ê Adara 2013’an de ji bo demokratîkkirina Tirkiye, çareseriya pirsgirêka Kurd û destpêkirina pêvajoyek aştîxwaz li Rojhilata Navîn a bi perspektîfa Neteweya Demokratîk ve deklarasyonek hatibû weşandin. Ji bo pêşketina vê pêvajoya demokratîk a xwedî girîngiyek dîrokî, Tevgera me ya Azadiyê bi kedek mezin hewl da berpirsiyariyê xwe bi cih bîne, Hikûmeta AKP’ê jî wek çawa ti gavên cîdî navêt, her wiha li şûna esasên destûra bingehîn amade bike, bi qanûna Ewlehiya Hundirîn ve ket nav amadekariya şerekî berfireh. Bi van amadekariyên şer ve heta Hezîrana 2015’an tenê li xeta sînorên 263 caran êrîşên bi topan pêk aniye, ji bo destpêkirina şer tehrîk pêş xistiye. 11’ê Nîsanê li navçeya Giyadîn a Agirî û 30’ê Hezîranê li qada Oremar a Colemêrgê bi êrîşên hewayî ve agirbesta ku Tevgera me di bin şert û mercên zor de domandiye, hikûmeta TC bi awayekî fîîlî xera kiriye, tevî vê jî Tevgera me agirbesta yekalî domandiye. Piştî 24-25’ê Tirmehê bi êrîşên hewayî yên herî berfireh ên salên dawî ve pêvajoya îmhaya topyekun xist meriyetê, Tevgera me jî têkoşîna şerê berxwedana berfireh dest pê kiriye."

HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk di serî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî tevahî qadên ku hêzên gerîla lê ne bi teknolojiya şer a herî pêşketî ve êrîş kiriye, wiha domand: "Bi bomberdûmanên hewayî yên dijwar ve bi armanca îmhayê lez dan operasyonên bejahî jî. Li dijî vê konsepta şer a topyekun hêzên me yên gerîla jî bi çalakiyên bersivdayinê ve bûn bersiv, berxwedan pêl bi pêl pêş xist, faşîzma Erdogan û AKP’ê li Kurdistanê felç kirin û li Kurdistanê têk birin.

Artêşa TC a ku di operasyonên li dijî qadên di bin kontrola hêzên me yên gerîla de derbeyên mezin xwar û negihişt armanca xwe, hewl da encam û bîlançoyên şer ên li Oremar, Geliyê Doskî û Elkê veşêre. Di vê pêvajoya şerê berfireh de li dijî hakîmiyeta qadê ya hêzên me bi taktîk û pêngavên serketî yên gerîla bidestxistin ve, hêzên artêşa dagirker ti pêşketin bidest nexist û nikaribû bikeve qadên gerîla, neçar man paş de vekişin. Artêşa TC ya ku tevahî êrîşên wan ên li ser esasê teknolojiya pêşketî bê encam ma, ji bilî li xeta Çarçela-Oremarê ketina yek du girê ji rêzê pê ve ti encam bidest nexist, di vê operasyona navendî de artêşa TC negihişt armancên xwe û têk çû."

'1544 LEŞKER Û POLÎS HATIN KUŞTIN'

HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji serê sala 2015’an ve tecrîda girankirî û pêkanînên êşkenceyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistiye meriyetê. HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got:

"Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya ku bi êrîşên 24’ê Tirmehê yên li dijî hêzên gerîlayên me destpêkir ve konsepta wan a şer deşîfre bû, îradeya demokratîk a gelan tine hesibandiye, di siyaseta înkar û îmhayê de konseptek nû destpê kiriye. Hem tinekirina gerîla hem jî bidawîkirina bingeha siyaseta demokratîk hesibandiye. Tevgera me ya Azadiyê li dijî van planên dagirker, siyaseta qirêj û durû tedbîr pêş xistiye, bi îlanên xwerêveberiyê ve îradeya azad a gelê Kurdistanê gîhandiye statu û nûnertiyekê. Li ser vî esasî berxwedanên xweparastinê yên ciwanên Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan belav bûye. Ev pir aşkera ye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li çiya, deşt û bajaran îro li dijî mêtingeriya Tirk bi berxwedanek dîrokî ve ketiye merheleyek girîng a têkoşîna şoreşê."

HPG'ê bîlançoya serê sala 2015'an bi vî rengî eşkere kir:

"Artêşa Tirk 321 operasyonên bejahî, 362 caran bi balafirên şer, 103 caran bi helîkopterên kobra, 1514 caran bi hawan, obus, tank û topan êrîş kir, 455 caran bi balafirê şer ket nava tevgera tacîzê, 1082 caran keşfa bi balafiran kir. Li dijî operasyon û êrîşan 757 caran çalakiyên hêzên me yên gerîla çêbûn û 75 caran jî şer li dijî artêşa Tirk rû da. Di şer û çalakiyan de 13 jê yarbay-albay 1250 leşker, 132 polîs, 162 tîmên taybet hatin kuştin, 398 leşker, 86 polîs, 60 tîmên taybet birîndar bûn. Her wiha 132 maşînên zirxî hatin rûxandin, 3 helîkpterên kobra û 3 balafirên keşfê hatin xistin. Di êrîşên hewayî, şer û çalakiyan de 220 hevalên me bi lehengî şer kirin û tevlî nava karwanên şehîdan bûn."

BERXWEDANA NISÊBÎNÊ

Berxwedana Nisêbînê di 14'ê Adara 2016'an de dest pê kir, di 3'ê Hezîrana 2016'an de qediya. Nisêbîn, ku cihê dawî yê operasyonên tinekirinê yên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Kurd bû, ne kêmî cih û warên di Duyemîn Şerê Cîhanê de hatin xerakirin bû. Li Nisêbînê, ku dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe û hejmareke zêde ya leşkeran êrîş kir, ciwanên Kurd bi berxwedaneke mezin li dij êrîşan sekinîn. Di vê berxwedanê de ku bi mehan dewam kir, derbên gelekî giran li artêşa Tirk hatin xistin û ciwanên Kurd destaneke mezin nivîsandin. Di berxwedana bajaran de ku "Her rojên wê mîna hezar salî derbas bû" ciwanên Kurd tevî nebûna derfetan bi mehan li dijî yek ji mezintirîn artêşên cîhanê li ber xwe dan û kirin ku ev artêşa Tirk derba herî giran bixwe. 

Berxwedana ciwanên Kurd a li bajarên Kurdan, ne kêmî berxwedana Vîetnam û Stalîngradê bû. Di berxwedana Nisêbînê de ciwanên Kurd navê xwe li dîrokê nivîsandin. Ciwanan bi ti awayî paş ve gav neavêtin û li ser vê yekê artêşa Tirk, tank top û herî dawî balafirên xwe yên şer xist dewrê û êrîş kir. Di vê berxwedanê de 548 leşkerên Tirk hatin kuştin, 81 leşker birîndar bûn, zêdeyî 100 maşînên zirxî hatin rûxandin û derb li gelekan hat xistin. Berxwedana Nisêbînê bi mehan dewam kir. Û weke keleheke berxwedanê ya daxwaza azadiyê ya gelê Kurd di dil û hişê mirovan de cih girt. Artêşa Tirk mîna li bajarên din ên Kurdistanê, li Nisêbînê jî têk çû.

YPS Û YPS JINÊ BÎLANÇOYA SALEKÊ EŞKERE KIR

Dewleta Tirk tevî operasyonên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de dest pê kir, êrîşî qadên xwerêveberiyê yên gelê Kurd jî kir û bi vî rengî şer ji nû ve îlan kir. Di vê çarçvoveyê de dewleta Tirk êrîşî Gimgim, Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex û Geverê kir, bi mezinkirina operasyonên tinekirinê re şer giran kir û xwest gelê Kurd û bajarên Kurdan tine bike. Êrîşî xwerêveberiyên Li Dêrik, Kerboran, Şirnex, Farqîn, Baglar, Bismil, Qoser, Sêrt û Wanê kir û bi vî awayî xwest Kurdan tine bike. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê di vê konsepta şer de ti pîvan û exlaqê şer nas nekir. Hovîtiya ku li Wanê li ser bedena gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan kir, li Şirnexê bi kaşkirina cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk li Şirnexê, bi şewitandina 213 sivîlan li jêrzemînan li Cizîrê dewam kir. Dewleta Tirk xwest daxwaza azadiyê ya gelê Kurd di binê xirbeyên avahiyan de bihêle. Lê belê ciwanên Kurd li dijî teknîk û leşkerên dewleta Tirk bi mehan li ber xwe dan û paş ve gav navêtin. Dewleta Tirk li pêşberî vê berxwedana xwerêveberiyê winda kir.

'ME SERÎ NETEWAND, BILA GELÊ ME BI ME SERBILIND BE'

Ewladên leheng ên gelê Kurd, bi gotina "Me serî netewand, em ê li ber xwe bidin, bila gelê me bi me serbilind be" heta nefesa dawî li ber xwe dan. Gelê Kurd bi gotina "Encam çi dibe bila bibe, wê bêhempa be" ya fermandarê efsaneyî yê Berxwedana Sûrê, Egîdê şerê bajaran Çiyager li ber xwe da û daxwazên xwe yên azadiyê bilind kir. Fermandariya Giştî ya YPS'ê li ber berxwedana ciwanên Kurd wiha got: "Berxwedana bajaran ku wê bi tîpên zêrîn li dîroka me ya têkoşînê were nivîsandin, bi fedekariyeke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî, asta dilsoziyê ya ciwanên Kurdisatnî û gelê fedekar ê Kurdistanê derxist holê. Çeteyên AKP/Qesrê li hemberî vê bexwedanê komkujiyên li dijî mirovahiyê kirin, bedenên şehîdên me parçe kirin, mirovên me bi saxî li jêrzemînan şewitandin û kirin ku cenazeyên me neyên naskirin. Li hemberî vê wehşet û qirkirina li ti devera cîhanê nehatiye dîtin, berxwedana ciwanên Kurdistanî rêbazeke nû ya têkoşînê afirandiye. Di serî de li Gimgim, Kerboran, Farqîn, Sûr, Silopiya, Hezex, Baglar, Cizîr, Gever, Şirnex, Bismil û Nisêbînê li gelek herêmên Kurdistanê bi pêşengiya YPS'ê berxwedana xwerêveberiyê ket rojevê. Rejîma AKP/Qesrê ya li pêşberî berxwedana li vê qadê têk çû, li ser bingeha plana qirkirinê dest bi komkujiyan kir. Li Cizîr, Hezex, Silopiya, Sûr, Gever, Şirnex û Nisêbînê, jin, zarok, extiyar mirovên me hatin qetilkirin. Ruhê berxwedêr ê van mirovên me bûne sembola dîroka me ya têkoşînê."

YPS'ê li ser bîlançoya şerê salekê got, "2218 çeteyên AKP/Qesrê hatin kuştin, 690 çete birîndar bûn, 2 çete jî dîl hatin girtin. Bi sedan maşînên zirxî hatin rûxandin, derb li sedan hatin xistin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin."

'HESAB WÊ JI DEWLETA TIRK BÊ PIRSÎN'

Fermandariyê ragihand, 363 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan, 15 şervan birîndar bûne û 16 şervan jî dîl hatine girtin. Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, ji ber êrîşên dewleta Tirk 298 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 27 sivîl birîndar bûne û wiha dewam kir: "Weke Koordînasyona YPS'ê em hemû hevrêyên xwe yên di vê berxwedanê de bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê careke din bi rêzdarî bibîr tînin û dixwazin bê zanîn, ku hesabê her dilopa xwînê ya hatiye rijandin wê bê pirsîn."