Wê leşkerên Tirk ji Başîkayê vekişin
Piştî civîna di navbera Ebadî û Yildirim de, herdû Serokwezîr li Serokwezîrtiyê dest bi civîna hevpar a wezîran kir. Televîzyona Dewletê ya Iraqê ragihand ku wê leşkerên Tirk ji Başîkayê vekişin.
Piştî civîna di navbera Ebadî û Yildirim de, herdû Serokwezîr li Serokwezîrtiyê dest bi civîna hevpar a wezîran kir. Televîzyona Dewletê ya Iraqê ragihand ku wê leşkerên Tirk ji Başîkayê vekişin.
Li gorî daxuyaniya ofîsa desteya wezîran a Iraqê, ji bo li ser lihevkirina hevdîtina saetên sibehê ya di navbera Ebadî û Yilidirm de, dest bi civînekî hevpar û berfireh hate kirin.
Di daxuyaniya ofîsê de hate diyarkirin ku di navbera heyeta Tirkiye û Iraq ya di bin Serokwezîrtiya Ebadî û Yildirim de, dest bi civîna duyemîn hate kirin.
Televîzyona Dewletê ya Iraqê, ragihand li ser mijar vekişîna leşkerê Tirk ên li Başîkayê lihevkirin pêk hatiye.
Serokkomarê Tirk Erdogan, beriya niha gotibû ku wê ji Başîkayê venekişin.