BI DÎMEN

Li Leipzig, Paris û Bodensee bîranîna şehîdan

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê şehîdê QSD'ê Pêşeng Elîko, li bajarê Bodensee yê Elmanyayê Dilsoz Sarya û li paytexta Fransa Parisê jî di şexsê Sirri Sureyya Onder de şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Pêşeng Elîko yê 19'ê Nîsanê li herêma Tirwaziyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li bajarê Leipzig ê Elmanyayê hate bîranîn. Di bîranînê de kekê Pêşeng Elîko Arîf Elîko jî hate bîranîn ku sala 2018'an li Efrînê şehîd bû.

Li gel malbat û xizmên Elîko gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Bi navê KOMAW'ê axaftin hate kirin û di şexsê Sirri Sureyya Onder de hemû şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Hevserokê FED-KURD'ê Menderes Canbeg jî anî ziman ku ew bi Şoreşa Rojava re hebûn, yekîtî û têkoşîna xwe dewam dikin û ev yek jî bi saya şehîdan pêk hatiye.

Di bîranînê d sînevîzyonek li ser jiyana herdu birayên Elîko û têkoşîna wan hate nîşandan.

PARIS

Li banliyoya Melun a paytexta Fransa Parisê li Navnda Civaka Demokratîk a Mehmet Tûnç di şexsê Sirri Sureyya Onder de şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedar Fesîh Varto axivî û qala girîngiya şehîdên meha Gulanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdan de kir.

Ji Tevgera Ciwanên Şoreşger a Fransayê Mûrat Mawa jî got, bi dirûşma 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' wê bîranîna şehîdên meha Gulanê bi ser bixînin.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê hate nîşandan û dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn.

BODENSEE

Li bajarê Bodensee yê Elmanyayê ji bo Dilsoz Sarya (Îslam Çelîk) çalakiya bîranînê hate lidarxistin ku sala 2019'an li navçeya Kemah a Erzînganê li gel du hevalên xwe şehîd bû.

Di çalakiyê de ku gelek kes amade bûn sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Dilsoz Sarya hate nîşandan.