BI DÎMEN

Li Londonê bîranîn: Pelîn şehîda Kurdistanê ye

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Pelîn Yilmaz li Londonê hate bîranîn. Dayik û bavê wê Mehsîne û Şemsettîn Yilmaz peyam ji bîranînê re şandin û gotin, "Ew şehîda Kurdistanê ye. Pelîn jiyanek hêjayî têkoşînê jiya."

Li paytexta Îngilistan Londonê, Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd ji bo endama Konseya Rêveber a KJK'ê Pelîn Zozan (Pelîn Yilmaz) ku 27'ê Çileyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û kekê wê Serbulent Yilmaz (Azad Serbilind) ku sala 2011'an şehîd bû, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Londonê çalakkiyeke bîranînê ya girseyî lidar xist.

Li gel xizm û hevrêyên Pelîn Zozan bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.

Li salona bîranînê wêneyên Pelîn Zozan, Azad Serbilind û Sirri Sureyya Onder hatin danîn, find hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên kurdistanê, sînevîzyonek li ser têkoşîna Pelîn Zozan hate nîşandan û tim û tim dirûşmên 'Şehîd namirin' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn.

MALBATA YILMAZ: EW ŞEHÎDA AZADIYÊ YA KURDISTANÊ YE

Piştre li peyamên bi dîmen ên malbata Pelîn Zozan hate temaşekirin. Bavê Yilmaz Şemsettîn Yilmaz got, "Silavên xwe ji hemû hevrêyên Pelîn re dişînim. Pelîn ne tenê şehîda me ye, ew şehîda Kurdistanê ye. Pelîn jiyaneke hêjayî têkoşînê jiya. Ji vê dozê re timî amade bû. Min zanîbû ku ew ewqasî jêhatî ye ku dikare bibe profesor. Li Îzmîrê diçû dersxaneyê û tim jê re digot 'tu yê bibe profesor'. Wê jî ji min re gotibû, 'Azadiya welatê min di ser her tiştî re ye. Eger ez ê bibim profesor, divê li welatekî azad bibim'. Azadiya welatê xwe di ser her tiştî re didît."

Dayik Mûhsîne Yilmaz jî anî ziman ku li Londonê xwedîderketina li şehîd gelekî hêja ye û got, "Silavên xwe ji gelê me û hevrêyên wê re dişînim ên tevlî bîranînê bûne. Ne tenê şehîda me ye, ew şehîda gelê Kurd ê berxwedêr û bi rûmet e. Bila serê hevrêyên wê, berxwedêrên li zindanan, gelê Kurd sax be."

Piştî peyama malbata Yilmaz dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn.