Rojnamevanên ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya Stenbolê de hatin binçavkirin, ev 13 roj in li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin, hê jî îfadeyên wan nehatine girtin û nayê zanîn ku wê kengî sewqî dadgehê bên kirin. Li ser dosyayê biryara veşartîbûnê heye, wek hinceta sûcdariyên li Rojnamevanan dikin, parvekirinên wan ên li ser tevnên civakî hatin nîşandan û Midûrê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Omer Çelîk ku hatiye girtin û nûçegîhanê DÎHA’yê Metîn Yoksu bi riya parêzerên xwe peyamek şandin.
'EM DEST JÊ BERNADIN’
Rojnamevan Omer Çelîk diyar kir ku tendirustî û moralê wan baş e û wiha got: “Me dizanî riya pêşiyên me ku em niha li ser dimeşin wê desthilatdariyê nerehet bike, lê li gel vê em di vê mijarê de bi israr û bi biryar in. Li gel gefên dîwarên sar ên girtîgehê, em dest ji helwesta xwe ya bi israr û bi biryar bernadin.”
Rojnamevan Metîn Yoksu jî wiha got: “Em dizanin ku ev 13 roj in bi awayekî bêhiqûqî em li vir tên ragirtin. Sedema me ya li vir ne tenê Rojnamevanî ye, dixwazin zextan li ser çapemeniyê ava bikin. Lê em li gorî pîvanên çapemeniya azad tevbigerin, ji bo layiqî mîrasa Apê Mûsa bin, em serî natewînin. Bila baş bizanin ku wê nikaribin serê me bitewînin.”