ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Dema baweriya bi hiqûqê qels dibe, kaos rû dide
Demîrtaş têkildarî lêpirsîna ku bi îdîaya "heqaret li Serokkomar kiriye" lê hat vekirin, parastina xwe kir. Demîrtaş got, "Li nava civakê ku lêgerîna xwe ya edaletê û baweriya xwe ya li hiqûqê kêm dibe, kaos, tirs û panîk dibe derûniya civakê." -
Enstîtuya Kurd a Stockholmê li dijî operasyonên qirkirina siyasî bang kir
Enstîtuya Kurd a Stockholmê ya li Swêdê, zext û êrîşên li dijî saziyên Kurd û medya azad şermezar kir. Enstîtuyê bang li saziyên navneteweyî û welatên demokratîk kir, ku li ber van operasyonên qirkirina siyasî rabin. -
'Dewleta Tirk xwest Komkujiya Parîsê veşêre'
Sabrî Ok: Qûtiya reş Omer Guney bû. Hem jî demeke kurt mabû ku derkeve pêşiya dadgehê, lê beriya vê Omer Guney ji nişka ve tine kirin, tasfiye kirin. Xwestin hemû agahiyan tine bikin, reş bikin û wisa bimîne. -
Ciwanên Azad li Bernê komkujiya Parîsê şermezar kirin
Endamên rêxistina Ciwanên Azad ji bo komkujiya Parîsê şermezar bikin û 3 jinên şoreşger bibîr bînin, bi meşaleyan meşiyan. -
Li Parîsê azadiya Ocalan hat xwestin
Li 2 navendên paytexta Fransa Parîsê di pêşengtiya endamên Jinên Ciwanên Azad a Parîsê de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bi meşaleyî hate lidarxistin. -
Li Stenbolê polîsan 4 HDP’yî binçav kirin
Li Stenbolê polîsên dewleta Tirk êrîş bire ser koma ku dixwast êrîşên qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ şermezar bikin, endamê MYK yê HDP’ê Gulsum Agaoglû jî di nav de 4 kes binçav kirin. -
Ji wekilên li Sîlîvriyê û Hevşaredarê Wanê Kaya peyam
Parêzeran bi siyasetmedar û rojnamevanên girtî yên li Girtîgeha Sîlîvriyê re hevdîtin kirin û peyamên wan parvekirin. -
KONGRA-GEL: Em ê nehêlin qetlîama Parîsê bê nixumandin
KONGRA-GEL, ji bo meş û mîtînga ku wê bi boneya salvegera Qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got, “Em ê nehêlin qetlîama Parîsê bê nixumandin.” -
Li nêzî Edliyeya Îzmîrê teqîn
Li nêzî nuqteya polîsan a li ber Edliyeya Îzmîrê teqînê rû da. -
Turkdogan: Derketina ji nava kaosê bi aştiya navxweyî dibe
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan dirêjkirina dema Rewşa Awarte bi 3 mehên din nirxand û got, xuya ye rejîma zordar wê bi dijwarî bidome. Turkdogan destnîşan kir, rêya derketina ji vê kaosê, pêkanîna aştiya navxweyî ye. -
Li 7 bajaran 35 kes hatin girtin, 16 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê 10, li Rihayê 18, li Mereşê jî 7 kes hatin girtin. Li Meletî û Îzmîrê 1 perwerdekar û xwendekar hatin binçavkirin. Li Edeneyê 4 kes, ku astengdarekî di nav de ye, li Enqereyê jî endameke KJA'yê hat binçavkirin. -
Tûncel: Hewesa desthilatdariyê wê di ber de bimîne
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel a dîl hatiye girtin got, "Hûn ê hewesa desthilatdariyê di ber de bihêlin û rê nedin faşîzmê." -
Ahmet Turk: Divê em li dijî faşîzmê eniyeke yekbûyî ava bikin
Ahmet Turk got, "Şert e ku li dijî faşîzmê eniyeke yekbûyî bê avakirin." Ahmet Turk li ser rewşa tenduristiya xwe jî nameyek şand. -
Balanche: Rîsk heye ku Kurd bibin qurbanê hevkariya Rûs-Tirk
Pisporê Rojhilata Navîn Fabrîce Balanche destnîşan kir, ku rîsk heye Kurd bibin qurbanê hevkariya Rûs û Tirkan. -
Swîsreyî wê Erdogan protesto bikin: Em dîktator naxwazin
Tê payîn Serokkomarê Tirk Erdogan beşdarî hevdîtinên li Cenevreyê yên li ser Qibrisê bibe. Swîsreyî jî amadekariyan dike, ku Erdogan protesto bikin. -
MSD: Em li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng namînin
MSD'ê, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir, ragihand ku wê li dijî êrîşan bêdeng nemînin. -
Meclîsa Sivîl a Minbicê: Li dijî dewleta Tirk a dagirker divê mirov bêdeng nemîne
Meclîsa Sivîl a Minbicê komkujiya Tirkiyê ya li bajaroka Erîma şermezar kir. Meclîsê ji rêxistinên navnetewî xwest ku li dijî komkujiyan bêdeng nemînin û got: ‘’Li dijî êrîşan em ê bi paş ve gav neavêjin’’ -
Bûldan: Hûn bi girtin û kuştinê nikarin me biqedînin!
Parlementera HDP'ê Bûldan wiha got: "Hûn nikarin bi xistina girtîgehan û kuştinê me biqedînin. Em ê wan bişînin sergoya dîrokê." -
Demîrtaş: Em hev bigirin; xwedî li azadiyê derbikevin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş diyar kir ku AKP civakê ber bi kaosê ve dikişîne, bang li gelan kir ku xwedî li demokrasî, heq û azadiyê derbikevin û ji bo aştiya civakî têbikoşin. -
Mirina Guney hate plankirin?
Kujerê Komkujiya Parîsê Omer Guney, beriya ku doz dest pê bike bi çend hefteyan bi carekê re mir. Lê heta niha ti agahiya ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi nebaşbûnê ve diçe nehatibû dayin. -
Leyla Bîrlîk hat berdan
Parlamentera HDP'yî Leyla Bîrlîk hat berdan. -
Li Riha, Wan û Hatayê operasyonên qirkirina siyasî
Li Rihayê 13 kes hatin girtin, li Wanê 19, li Hatayê jî 2 kesên din hatin binçavkirin. Li Stenbolê 28 HDP'yî piştî 23 rojan birin edliyeyê. -
FEDA ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê li Elewiyan kir
FEDA'yê bang li Elewiyên li Ewropayê kir, ku roja 7'ê Çileyê tevlî meş û mîtînga li Parîsê bibin. -
KCDK-E: Em bi xurtî tevlî meş û mîtînga li Parîsê bibin
KCDK-E, ji bo meş û mîtînga 7'ê Çileyê ya li Parîsê, ku wê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Seydî Firat: Wê winda bikin!
Firat ji girtîgehê peyamek şand û got, "Yê tengav bûye, ew ferasete ku daxwazên me yên aştî û siyasî ji nedîtî ve tê û serî li rêbaza cezakirinê dide. Yê winda bikin jî ew in."